Li Cizîrê Sêyemîn Qehremaniya Fotbola Jinan bi dawî hat

Li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku ji heyama 2 hefteyan ve Sêyemîn Qehremaniya Fotbola Jinan dest pê kiribû.

 

K24 – Qamişlo

Li herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku ji heyama 2 hefteyan ve Sêyemîn Qehremaniya Fotbola Jinan dest pê kiribû. Ji hejmara şeş yaneyan, yaneya Qamişlo û Amûdê gihiştine qonaxa dawiyê û li bajarê Qamişlo yariya dawiyê bi rê ve çû.

Di encamê de yaneya Qamişlo bi golekê bê beramber biser yariya Amûdê ket û bû qehremanî bidest xist.

Ji heyama sê salan ve 2 yaneyên fotbola jinan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatine damezrandin û di qehremaniya sala 2017an de hejmara wan gihiştine 6 yaneyan, wek yaneya Rimêlan, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûde, Serê kaniyê û Hesekê.

Berpirsên werzişê dibêjin, ew bi niyaz in hilbijaredeyeke serkeftî li ser asta Rojavayê Kurdistanê damezrînin, da ku di qehremaniyên herîmê de jî beşdar bibin.