Keçeke Kurdistanî di maratona Tirkiyê de bû yekemîn

Maraton bi navê "ji bo aştiyê baz didin" bû.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Maratona Gelîboluyê ku li Tirkiyê cara yekem bi sernavê "aştiyê" hat kirin bi beşdariya 6 hezar pêşbazan bi dawî bû. Krekar Abdullah Mustafa û Amal Mohammed du pêşbazên ku ji Kurdistanê beşdarî maratonê bûn serkeftineke mezin bi dest xistin. Di beşa maratona 10 kîlometreyî de li aliyê mêran Krekar bû duyemîn, li aliyê jinan jî Amal bû yekemîn.

Maratona Gelîboluyê ku li bajarê Tirkiyê Çanakaleyê hat lidarxistin yekem car bi navê "ji bo aştiyê baz didin" wek maraton, nîv maraton, 10 kîlometre û baza gel bi tevahî di 4 kategoriyê de pêk hat.

Di pêşbaziyê de ku îsal du caran hat kirin, ji Kurdistanê du pêşbaz Krekar Abdullah Mustafa û Amal Mohammed jî cih girtin.

Amal Mohammed di beşa jinan a kategoriya 10 kîlometreyî de bû yekemîn.

Derbarê maratonê wiha got:"Bi rastî ez zor dilxweş im ku wek keçikeke Kurd beşdarî maratonê bûm û bûm yekemîn. Di vê maratonê de wek keçikek ji Kurdistanê tenê ez beşdar bûm. Min nedîtîye ku keçikek din ji Kurdistanê tev lî maratoneke wiha bûye. Spasiya hemû hevalên ku bo min bûne alîkar dikim."

Krekar Abdullah Mustafa jî di beşa mêran de di kategoriya 10 kîlometreyî de bû duyemîn.

"Ez wekî Kurd beşdarî maratona navneteweyî ya li Tirkiyê bûm. Di maratonê de di pêşbazîyeke 10 kîlometreyî ez bûm duyemîn. Lê min heta 5 kîlomtre di rêya şaş de çûm û vegeriyam rêya rast bi vî awayî ez dîsa bûm duyemîn. Zor spas rahêner û Şivan Xelîl dikim ku alîkariya min kirin."

Di maratona 42 kîlometreyî de di beşa mêran de Keyfalew Deja di beşa jinan de Şîrîn Mîne Kiliç, di nîv maratonê de di beşa mêran de Aydin Çeken, di beşa jinan de Raluca Apostol di baza 10 kîlometreyî de di beşa mêran de Ahmet Tek bû yekemîn.