Li Mûşê ji bo jiyana kêmendam çalakiyên wezeşî

Di dawiya tiradê de lîstikvanan, bi kêfxweşiya ku ev eleqeya mezin nîşanî wan hatiya dayîn, digel temeşevanan weneyên bîrhateyê kişandin û piştî weneyên birhateyê jî çalaki bi dawî bû.
kurdistan24.net

K24-Navendê Nûçeyan

Li Mûşa Kurdistanê ji aliyê Meclîsa Ciwanan û dibistana bi navê Sunguyê protokolek hate îmzakirin. Di çerçovoya protokola ku hate îmzakirin de ji bo peyamekê bidin welatiyên ne kêmendam, di navbera Komeleya Kêmendam ya bi navê Sevgiyê û Meclîsa Ciwanên Mûşê de tirada basketbolê hate çêkirin.

Armanca vê tiradê jî ew e ku ji bo balê bikişînin jiyana kêmendam û kêsên kêmendam jî dibêjin ku, hemû kes di jiyana xwe de endamê kêmendambûnê ye. Beriya tiradê lîstikvanên ku derketin qadê (pêgeh) jî bi kûlîlkan hatin pêşbazîkirin.

Mamoste Selahattîn Şavli wiha got:"Hemû kes namzetê kêmendamiyê ye, pêwist e ku tû kes wan li derve nehêlê. Îro mamosteyê me, xwendekarên me bi me re lîstin, bi me re şabûn. Ew jî dizanin ku kêmendambûn di civakê de heye, pewîst e ku wan fêhm bikin. Divê bi wan re alîkarî bê kirin. Divê dilê kesî bi wan neşewite zêdetir divê piştgiriyê bidin wan."

Di tirada ku di dewreyên 25 deqîqeyan de pêk hat de tû kesî qezenç nekir û tû encam nehat diyarkirin. Di tiradê de mamoste, xwendekar û endamên meclîsê jî cih girtin û bi vî awayî jî balkişandin ser jiyana nekêmendam.

Lîstikvan Erhan Hafîf wiha axifî:

"Îro çalakî li vir hate lidarxistin û em jî hatin vê çalakiyê. Me xwest em tiştina nîşanî gelê xwe bidin û da gelê me jî hindekî divê rewşê de bihesttir bibe. Yanî ji bo kesên kêmendam divê astengiyan dernexin. Em bi temamî başbûnê dixwazin, kêmendam li peşiya me hemû keseya, divê hemû kes li gorî vê binihêre."

Herwiha di dawiya tiradê de lîstikvanan, bi kêfxweşiya ku ev eleqeya mezin nîşanî wan hatiya dayîn, digel temeşevanan weneyên bîrhateyê kişandin û piştî weneyên birhateyê jî çalaki bi dawî bû.