Li Diyarbekirê jin bi werzişa zumbayê bi kîloyan kêm dikin

Li Diyarbekrê jin bi werzişa Zumbayê ji kîloyên xwe yên zêde xilas dibin. Jinên ku beşdarî werzişa Zumbayê dibin, amaje dikin, ku bi werzişa Zumbayê hem keyfê dikin û hem jî kîloyên zêde didin. Mamosteya Zumbayê jî amaje dike, ku Zumba ne cûreyek reqsê ye; werzişek e û bi saya vê werzişê, jin kîloyên xwe yên zêde didin.

K24- Amed

Li Diyarbekrê jin bi werzişa Zumbayê ji kîloyên xwe yên zêde xilas dibin. Jinên ku beşdarî werzişa Zumbayê dibin, amaje dikin, ku bi werzişa Zumbayê hem keyfê dikin û hem jî kîloyên zêde didin. Mamosteya Zumbayê jî amaje dike, ku Zumba ne cûreyek reqsê ye; werzişek e û bi saya vê werzişê, jin kîloyên xwe yên zêde didin.

Li Diyarbekirê di bin banê Navenda Piştgiriya Malbatî ya ser bi Qeymeqamiya navçeya Rezan ve xizmeta werzişa Zumbayê jî tê dayîn. Jinên ku dixwazin ji kîloyên xwe yên zêde xilas bibin bi werzişa Zumbayê hem digihin armanca xwe û hem jî keyfê dikin. Mamoste Nazli Eren, jinan fêrî werzişa zumbayê dike û dibêje, jinên ku bixwazin ji kîloyên xwe yên zêde xilas bibin divê hay ji xwarin û vexwarina xwe jî hebin.

Nazlı Eren- Mamosteya Zumbayê- dibêje:"Em di hefteyê de 2 rojan werzîşa Zumbayê dikin. Bi Zumbayê mirov werzîşê dike û kaloriyan dişewitîne. Em bi kareografiyên cûda vê werzîşê dikin. Ev werzîş li seranserê cîhê belav e û di navbera 40 û 60 xûlekan de tê kirin. Em bi muzîka bi lez germ dibin lê di domahiyê de em dîsa bi mûzîka hêdî tempoya xwe kêm dikin."

Yek ji pirsgirêka jinan jî kîloyên zêde ne. Ji bo ku jin ji kîloyên zêde xilas bibin gelek caran parêzê digirin û werzişê dikin û pereyan xerc dikin lê dîsa jî encama ku dixwazin bi dest naxin. Ji her temenî jin beşdarî werzişa Zumbayê dibin û dibêjin ew bêyî ku bedelekê bidin ji Zumbayê encamên erênî bi dest dixin û bi saya vê werzişê gelek kîlo didin.

Guler Yakut - Beşdara Zumbayê- dibîje:"Ji 2 mehan zêdetir e ku ez têm vê derê. Gelek caran ji nişka firk diket lingên û masûkeyên min. Lê bi kirina werzîşa Zumbayê hêdî firk nakeve lingên min. Piştî ku werzîşa Zumbayê dikim êdî dizanim ku tendûrîstiya min baştir bûye."

Melahat Vural - Beşdara Zumbayê- got:"Em hem direqisin hem plates dikin û hem jî Zumbayê dikin. Civaka me xweş e, min 7 kîlo dane lê belê hevalên min dibêjin te 10 kîlo dane."

Zilam jî dikarin werzişa zumbayê bikin lê belê ev navend tenê ji bo jinan xizmetê dide. Li gorî ragihandina mamosteyên Zumbayê, jinên ku beşdarî werziş dibin bextewartir in. Arzu Çetîn jî rêvebera Navenda Piştgiriya Malbatî ye. Arzu Çetîn dibêje, jinan daxwaza vê werziş kir û wan jî ev daxwaza wan bicih anî.

Arzu Çetîn - Rêvebera Navenda Pıştgiriya Malbatê- got:"Fêrevanên me rojekê ji min re gotin ku li ser televîzyonan Zumba heye em jî dixwazin wê werzişê bikin, me jî alîkariya wan kir. Niha li vê derê 20 jin Zumbayê dikin û gelek jinên din jî hene ku dixwazin werin. Em ji mûzîkê hez dikin û li ber mûzîkê kîloyan didin. Jin sûdeke mezin ji Zumbayê dibînin."

Zumba, yek ji werzişa fîtnessê ye û ev werziş di salên 1990'an de ji aliyê reqas Alberto Beto Perez ve ji Kolombiyayê derketiye û li cîhanê belav bûye. Zumba ji fîgûrên dansê û aerobîkê pêk tê û dansên wekî hîp-hop, samba, salsa, merenge û mamboyê li xwe dihewîne. Zumba bi mûzîkên bilez û hêdî tê kirin. Li gorî temen û kondîsyonên cûda 7 cûreyên Zumbayê hene û her wiha Aqua Zumba jî heye û ev di avê de tê kirin.