Liverpool şkestinê nasnake
K24 – Navenda Nûçeyan
Tîma futbolê ya Ingilistanê Liverpool di serkeftinên xwe de her berdewam e.
Vê hefteyê jî Liverpool li derveyî yarîgeh a xwe hemberî Leicester City 4:0 biserket. Ev 19 hefte ne Liverpool di Premier League de şkestin nedîtiye.
Di lîstika hemberî Leicester City de yekem gol di xûleka 31an de, ji lingê Firmino hat. Di xûlek a 71an de Milner gol a 2em ji penaltiyê avêt.
Gola 3em dîsa ji alî Roberto Firmino di xûlek a 74an de û gol a dawî jî, di xûlek 78an de Trent Alexander-Arnold avêt.
Lîstik bi 4:0 qediya. Liverpool xalên xwe derxistin 52an û pêşengê Premier League ye.
C.B