Ronaldo li Real Madrid dimîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Yek ji futbolistên herî navdar ê cîhanî, lîstikvanê sereke ya tîma Real Madrid ku bi tîma xwe re ketibû nav hin pirsgîrêkan de, piştî danûstandinan ligel birêvebirên time, biryara xwe ya dawî da: Ew dê li Real Madrid bimîne.

Pirsgîrekên di navbeyna Ronaldo û Real Madrid de, liser doza nedan a bacê ya Ronaldo bû. Dadgeha revîna bacê ya Madridê xwestibê doz li dij Ronaldo veke. Ronaldo jî dilgiraniya xwe diyarkiribû û xwestibû tîma wî piştgiriyek qayim nîşanî wî bike. Ronaldo di vê demê de diyarkiribû ku, ew dixwaze Real Madrid û Ispanya bicîh bihêle. Lê, birêvebirên Real Madrid gelek xebat kirin ku, stêrkê wan di time de bimîn e. Ligor rojnameya AS di encama van hevdîtinan de Ronaldo biryar da, li Real Madrid bimîne.