Li Stenbolê Maratona"beza xezalan" birêve çû

Di maratona li daristanên Belgradê rêve çûyîn de 2 werzişvanên Kurd jî beşdarbûn û serkeftinên mezin bidestxistin.

K24-Stanbol

Li Stenbolê bi beşdariya werzişvanên ji  gelek welatan Maratona binavê "beza xezalan" hat kirin. Di maratona li daristanên Belgradê bi rêve çûyîn de jiBbaşûrê Kurdistanê2 werzişvanên Kurd  jî beşdarî maratonêbûn û serkeftinên mezin bidestxistin. Werzişvanên  Kurd Krekar Ebdullah û Zanyar Sebir di maratonê de ketin nav kesên herî serkeftî û madalya sitandin.

Li Stenbolê bi beşdariya werzişvanên ji  gelek welatan Maratona binavê beza Xezalan hat kirin. Di maratona li daristanên Belgradê rêve çûyîn de 2 werzişvanên Kurd jî beşdarbûn û serkeftinên mezin bidestxistin. Werzişvanên  Kurd Krekar Ebdullah û Zanyar Sebir di maratonê de ketin nav kesên herî serkeftîde û madalya sitandin.

Werzişvanê Kurd Krekar Abdullah Di maratona 14 km yan de ket rêza 3 yê de û nêrînên xwe ji Kurdistan24 re parvekir.''Ez gelek kêfxweşim ku serkeftime. Ez vê xelata xwe pdiyarî pêşmergeyên Qehreman dikim.''

Werzişvanê Kurd  Zanyar Sebir jî di maratona 4 km yan de serkeftinek mezin bidest xist û bû kesê yekem, Zanyar ji K24ê re wiha got:''Ez spasiya rahênerên xwe dikim ku wan ez gihandim vê astê û ez bûm yê yekem .Hêvîyên min ewe ku ez di pêşbaziyên mezintir de serkeftinê bidest bixim.''

Herdu werzişvanên Kurd beriya niha jî di gelek pêşbaziyan serkeftinên mezin bidest xistîne û bangî rêveberan dikin ku ew pitir  piştgirî û alikariya werzişvanan bikin.