Qehremaniya Şetrencê ya jinan li Qamişlo lidar ket

Li gorî Komîta Şetrencê dibêje, hin kêmasî di warê alavan û asta yarîzanan di qehremaniyê de peyda dibûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi beşdariya hejmarek ji jinên herêma Cezîrê, cara yekemîn e li Rojavayê Kurdistanê qehremaniyeke lîstika Şetrencê ya taybet bi jinan hat lidarxistin. Li gorî Komîta Şetrencê dibêje, hin kêmasî di warê alavan û asta yarîzanan di qehremaniyê de peyda dibûn. 

Bi biryara Yekîtiya Werzîşê cara yekemîn qehremaniya jinan a Şetrencê hate lidarxistin û jiber ku di demeke dereng de tîmên Şetrencê hatin agahdarkirin, hejmara yarîzanan kêm bûn.

Zeyneb şex Mûsa ku di qehremaniyê de bi serket dibêje, ji ber temenê biçûk yê yarîzanan, wê dikarîbû bi hesanî biser bikeve.

Tevî ku qehremaniya Şetrencê salane li herêma Cizîrê tê lidarxistin, lê ev cara yekemîn e ku qehremaniyeke taybet bi jinan çêdibe. Komîta Şetrencê diyar dike, kêmasî di alavên bi karanîna vê werzişê de peyda bûn. Herwiha yarîzan ne di asta pewîst de bûn.