Li Diyarbekirê festîvala ciwanan dest pê kir

Bi festîlavala ku dê 4 rojan dewam bike, armanc ew e ku ciwan bi beşên huner, werzîş û şahiyê ve mijûl bibin û ji van beşan sûdê werbigirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê Festîvala Ciwanan dest pê kir. Bi festîlavala ku dê 4 rojan dewam bike, armanc ew e ku ciwan bi beşên huner, werzîş û şahiyê ve mijûl bibin û ji van beşan sûdê werbigirin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî dê 20'ê Cotmehê roja Şemiyê beşdarî festîlavê bibe û dê bangî ciwanan bike ku berê xwe bidin werzîş û hunerê.

Li Meydana Bajêr a Diyarbekirê, bi pêşengiya Wezareta Ciwanan û Werzîşê ya Tirkiyeyê, Parêzgerî, Şaredariya Bajarê Mezin û Weqifa Tîravêjan, Festîvala Ciwanan hat destpêkirin. Bi hezaran ciwan beşdarî festîla bûn û lîstikên hunerî û mantiqî lîstin. Her wiha gelek komele û saziyên civaka sivîl jî di festîvalê de xebatên xwe bi ciwanan didin naskirin. Ferîde Çetîn Koordînatoriya Mala Piştgiriya Malbatê dike. Çetîn dibêje; saziya me jin û ciwanan fêrî hunera destan dike û ew ê di festîvalê de hunera destan bi ciwanan bidin hezkirin.

Ferîde çetîn ji K24ê re got: "Ev 10 sal in ku ez li Diyarbekirê dijîm, cara pêşîn e ku çalakiyeke bi vî rengî dibinim. Ev festîval ji bo pêşketina bajêr gelek girîng in. Em xizmet û xebatên xwe didin naskirin. Gelek jin û ciwan bi saya qursên me dibin xwedî huner û bi vê hunerê dikarin debara jiyana xwe bikin."

Rêveberên bajêr bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku beşdarî festîvalê bibin û çand, nirx û mirovên Diyarbekirê ji nêz ve nas bikin.  Serjimêra ciwanan a li Diyarbekirê zêde ye û bi çalakiyên bi vî rengî tê armanckirin ku ciwan bala xwe bidin qadên zanist, werzîş û hunere. Ciwanên ku beşdarî festîvalê bûne jî kêfxweşiya xwe anîn zimên û xwestin ku çalakiyên bi vî rengî berdewam bin.

Xwendevan Ebûbekîr Tektaş: "Min ji vê festîvalê gelekê hez kir. Em hêvî dikin ku mamosteyên me careke din jî me bînin festîvalê. Li vir gelek lîstok hene. Em li vê dere keyf dikin."

Xwendevan Omer Katar: "Ev çakalî ji bo Diyarbekirê gelekî xweş in. Em hêvî dikin ku ev festîval dewam bikin."

Di festîvalê de pêşbirkên werzîşê tên kirin, pêşangehên hunerî hatine vekirin, danasîna berhemên teknolojiyê yên dawîn tê kirin û dê konser  were dayîn. 20'ê Cotmehê roja Şemiyê dê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî beşdarî festîvalê bibe û bi lîstikvanên navdar re dê futbolê bilîze. Festîval dê heta 21'ê Cotmehê; roja Yekşemê dewam bike.