Pêncemîn Marasona Hewlêr a Navdewletî destpê kir
K24-Navenda Nûçeyan
Bi beşdariya 4 hezar kesî ji welatên cuda û bi dirûşma "ber bi Aştiya Niştimanî" Marasona Hewlêr a Navdewletî ya 2016e destpê kir.
Li gor stafa K24ê ku, li cihê marasonê amade ne ragehand ku, Marasona Hewlêr a Navdewletî ji kolana 60 metrî îro, bi beşdariya 4hezar kes ji welatên cuda û bi dirûşma ber bi Aştiya Niştimanî destpê kir.
Marasona Hewlêr a Navdewletî salane, di vê mehê de destpê dike, ev sal jî bi beşdariya 4 hezar kes ji welatên Ewropa û Ereban pêktê.Da zanîn ku, di marasonê de 150 çavdêr û 100 navbij hene.
Herwiha xelatên marasonê jî dighe 7 hezar dolar, ku, yekem kes 1000 dolarî werdgre, duyemî 800 dolar û siyem 700.
Marason set 8ê sibehê destpê dike.