Amedspor û Ala Kurdistan

Kurd24

Diyarbakirspor ku di sala 1968an de hat damezrandin, dîroka wê bi dehan êrişên nijadperest û cihêkarîyê dagirtî ye. Digel bi tevî cihêkarî û êrişan li lîgên Tirkîyeyê, 40 sal têkoşiya şûnda 2013an de bi awayekî hezîn bi bêdengî dawî li hebûna xwe anî. Amedspor jî wek berdewama vê kevneşopiyê, wek xelefê Diyarbakirsporê  piştî wê, têkoşîna xwe bêtir xurt kir.

Amedspor, bi sponsoriya "Turan Gazozlari" di sala 1972an de bi navê "Melikahmet Turanspor" dest bi meş û tekoşîna xwe ya li qada futbolê kir. Di sala 1990î de ji aliyê Şaredariya Diyarbekirê hat kirîn û navê wê guherî, bû "Diyarbakir Belediyespor". 1993an de navê wê bû  "Diyarbakir Büyükşehir Belediyespor" Her wiha di sala 1999an de ji ber ku klup ji DÎSKÎyê (Rêveberiya Kanalîzasyon û Avê ya Dîyarbekir)  piştgirî digirt dîsa nav lê guherî û bû  "Diyarbakir Büyükşehir Belediyesi DİSKİspor" sala 2010an de navê wê dîsa bi ya berê hat guhertin. 28ê Cotmeha 2014an de di kongreya giştî de cara dawîn navê wê guherî û klup bi navê "Amedspor"ê berdewama meş û têkoşîna xwe kir.

Klup, di navbeyna sala 1972 û 1994an de, 22 sezon di lîga amator de lîst. Di navbeyna 1994-2007an de di lîga 3. de lîst. Piştre di sezona 2006-2007 li deplasmanê bi Aksaraysporî re beranberî hev bûn û di wê lîgê de şampîyon bû û derbasê lîga 2. bû. Di sezona 2009-2010an de dîsa ji lîgê ket. Heta sala 2013an li lîga 3. de ma.

Di sezona 2015-16an de ji bo kupaya Tîrkîyê li çaryek fînalê dimîne lê di çaryek fînalê de têk diçe û ji pêşbirkê tê deranîn.

Di salên  2018-2019an de di lîga 2. koma spî de bi Sertaç Küçükbayrak re dest bi sezonê dike. Dûr re piştî hefta 15an di rêveberiya Recep Bayik de têkodikoşe. 34 maç de 14 serketin, 7 beranberî û  13 têkçûn wergirtin.

Tîmê, 2014an de gava navê  "Amedspor"ê wergirt û piştre 2016an de li Bursayê di pêşbirkê de Bursaspor (2-1) têk bir, bi awayekî bicoşûperoş ket rojeva rayagiştî ya Tirkiyeyê u hemû bal ber bi ser xwe de kişand. Bi vê xalibîyserkeftinê Amedspor bo kupaya Tirkîyeyê dimîne dora 8an. Amedspor di vê pêrgînê de ew jî Diyarbakirsporê, ji terefê alîgirên Bursasporê rastê êrişên nijadperest û cihêkarî tê. Trîbunên Amedsporê wek "Zarok nemirin, bila ew jî karibin werin maçê" tezahuratên xwe bilind kirin lê aligirên Bursasporê wek "Şehîd namirin, welat nayê parçekirin" tezahurat dikir.

TFF (Federasyona Futbolê ya Tirkîye)  2. Lîg Koma Spî de roja şemîya borî Bursaspor u Amedspor dîsa pêrgî hev hatin. Di vê pêrgînê de Amedspor  2-0 Bursaspor têk bir. Hinek ji alîgirên Amedsporê li trîbunan ala Kurdistanê vekirin û li ba kirin. Ev yek weke pirsekî ket rojevê. Piştî pêrgînê ji alîgirên Amedsporê çend xort u ciwan ji aliyê hêzên ewlehîyê hatin binçavkirin. Wezareta Karen Hundir, ev bûyer weke “provokasyon”ê nirxand. Piştre Parezgeha Diyarbekirê daxuyaniyek wiha bi çapemeniyê re parve kir:

“Li bajarê me ji bo lîstika Bursaspor û Amedsporê hemî tevdîr hatine girtin. Em bi rêzdarî li raya giştî re radiginin ku ew dîmenên ku di medyaya civakî de cih girtin, ew ji aliyê hinek bîneran bi awayekî veşartî ketine stadê û hêzên ewlehî tavilê lê midaxale kirine û der heqê têkildaran de işlema qanunî destpekiriye.”  

Roja din, ev bûyer wekî bûyera terore li ser rojeva Tirkîyê, li ser çapameniyê cihê xwe dagirt. Pirên rojname u malperên wan wekî piştî pêrgînê bûyerên giran qewimî be sernûçe û manşetên xwe li darxistin. Ji xwe jî ev îddiayan tev xilafê rastîyê bûn. Ger saziyên dewletê ger saziyên sîvîlên meyla wan li ser nijada Tirkîtîye heye ev buyer weke buyerekî neyinî rexne kirin û dan ber şermezarîyê. Heta Komên alîgirên hinek tîman, ev yek weke bûyereke mebesta dawîlêanina dewletê nirxandin. Di vî warî de helwesteke giran girtin ser xwe û bi awayekî êrişker u nijadperest nirx û şîroveyên xwe bi raya giştî re parve kirin. Yek ji komên alîgirên Bursasporê li ser medyaya civakî ya twîtterê tageke bi awayê “#AmedsporKapatılsın” destpê da. Hinek twîtên ku li ser vê tagê hatin parvekirin bi vî rengî bûn:

“Amedspor a ku ji propagandaya terorê xwedîmalî dike, di destê girseyên ku hewl didin sporê bo provokasyona siyasi weke wesaîtê bikarbînin bûye lîstok, li qada wê futbol ku di navbeyna kêr û keviran de tê lîstin bila bê girtin.”

“Amedspor, êdî TFFyê ne pirsa ewlehî ya deweletê ye. Divê bilezgînî bê girtin.”

Li hêla din gelek alîyan jî wek Nûnerên Partî û Civaka Sîvil piştgirîya Amedsporê kirin. Weke netîce, ev helwesta alîgirên Amedsporê ya hanê divê çewa bê nirxandin? Ev helwest, vexuyan u nîşaneya çi ye? Li qada futbolê vekirina ala Kurdistanê dide dest ku xort û ciwanên Kurd xwe di neynika Amedsporê de dibînin. Amedspor, di çavên wan de weke mala Kurdayetîyê be. Di bîr û bawerîya civaka Kurd de di warê Kurdbûnê de hişmendîyeke xurt û zelal çê bûye. Her yek li gor meyil û bala xwe; hewes û qeweta xwe; huner û qabilîyeta xwe resm û wêneya Kurdayetîyê li ser Cihanê eşkere dikin. Mirov têdigihije ku girseya Kurd dixwaze û hewl dide ku li ser rûyê zemîn wek milletên din, bi nav û dengê xwe; bi cil û bergê xwe; bi rêûresmên xwe; bi urf û çanda xwe; bi nişan û remzên xwe hebûn û hêlîna xwe çê bike. Kurd vê hişmendiyê çawa li qada siyaset, mûzîk, çand u huner, perwerdehîya berfireh û hwd. nîşan didin, niha bi rêya sporê jî dixwazin nîşan bidin.