Romaneke şer û çirûskek hêvî: Sîbera Şeva Tarî

Kurd24

Mehmed Dehsiwar, nivîskarê vê romana bi navê Sîbera Şeva Tarî (Apec, 2022) li Swêdê dijî û karên xwe yê nivîskariyê li wir berdemam dike. Nivîskariya wî heta salên 1990an dirêj dibe, pirtûka wî ya pêşî di sala 1995an de derketiye: Çirîskên Rizgariyê. Trîlojiya wî ya ku ji sê pirtûkan yan jî sê romanan pêk tê: Şopa Xeterê (2017), Çepera Giran (2019) û beşa dawî jî Berbanga Şevînê (2020) li Stockholmê hatiye weşandin. Vê rêzeromanê wek gelek xwendevanan bala min jî kişand. Di derbarê berhemê de xwendevan dikare li vê danasîna min jî binêrin: Ji Edebîyata Kurdên Swêdê: Trîlojîya Mehmed Dehsiwar (Kovara Lêkolînên Kurd, nr 5, 2021).

Nivîskar bi romana xwe ya nû vê carê dîsa xwendevanan dibe salên 1980yî, salên ku kurdan vê demê zordestîyên mezin dîtine. Bûyerên romanê zêdetir li herêma bajarê Êlih (Batman) derbas dibin. Ev bajar wek tê zanîn bi çavkaniyên xwe yên petrolê navdar e. Lê wisa xuya dibe ku niştecîhên wê ji vê dewlemendiya xwezayê têra xwe xêrek nedîtine. Ligel pirsgirêkên aborî û civakî, bûyerên sîyasî û leşkerî piştî salên 1980 zêdetir û pîrtir bûne. Hêzên fermî, nîvfermî û tarî herêm ji bo kurdan kirine cehenemekê.

Lehengê romanê Ferhad ji vê herêma Êlihê ye. Zanîngeh qedandiye, kesekî serwext, di karê xwe de jîr e. Piştî mirina bavê xwe dibe serekê malbatê ya gelek mezin. Lê belê hêzên fermî, leşkerî û narkotîkê naxwazin hin kes û hêzên ku bi koka xwe kurd in li ser wan re hebin. Ji aliyê din li hemû herêma Kurdistanê şerekî mezin di navbera şervanên kurd û hêzên ewlekariya Tirkiyê de berdewam dike. Karê lehengê romanê ango karê Ferhad gelek zehmet e. Çend caran dibe hedefê van hêzên neyar û tarî. Ew naxwazin Ferhad serektiya komeke mezin ya kurdên li herêmê bike û kontrola wan di destî wî de be. Di nav vê eniyê de kurmamên Ferhad jî hene. Ji ber vê yekê hêzên dewletê rêyeke din hildijbêrin û kurmamê Ferhad jî bi kar tînin. Êdî ji Ferhad re rojên aram û rehetiyê namînin. Carekê ev hêzên tarî ku di nav xwe de dewletek pêk anîne dajon ser erebeya Ferhad. Di erebê de jin û du zarokên wî jî hebûne. Di dawiya vê bûyerê de jina wî ya bi navê Lîlav ku doxtor bûye û herdu zarok, keça wî Şengê û kurê wî Cengî li wir can didin, dimirin. Êdî jîyana Ferhad reş dibe. Teqîba hêzên tarî jî her berdewam e. Peyva tarî navê romanê jî dikare bîne bîra xwendevanan: “Sîbera Şeva Tarî”. Ev gotin di nav romanê de derbas nabe, nivîskar tenê wek sernavê romanê bi kar anîye. Wan hêzên çekdar bi xwe gelek bûyer kirine, lê di dawiyê de hemû avîtine ser kurdan. Dema Ferhad piştî demeke dirêj bi xwe ve tê, ew bûroyekê vedike û dest bi mitehîdiyê dike. Kesên wek Menaf, Cemîl, Reşo, Şero jî dighîne xwe, wan hildide kar bo ku alîkariya wî bikin û bi karên parastinê lê her wiha karê mitahîdîyê ve mijûl bibin.

Di nav têkilî û kontaktên Ferhad de hin kesên ku di dezgehên dewletê de kar dikin jî, hene. Kerem (polêsekî sîvîl yê îstîhbaratê) ku cînarê Ferhad e. Komîserê qereqolê jî kesekî bi navê Cazim e. Dema têkiliyên wan bi pêş ve diçin, Ferhad dibîne ku Kerem kurdekî ji Dersimê ye û Cazim ji Sêwasê. Serpêhatiya Kerem balkêş e. Ew zewicî ye, navê jina wî Banû ye, çend zarokên wan hene. Xwişkeke Kerem jî li bal malbatê dimîne, navê wê Nermîn e. Ew hê nezewicî ye, hemşîre ye û kar dike. Di vê romanê de, ku ji 415 rûpelan pêk tê tenê du lehengên jin hene ku bala xwendevanan dikşînin, jina Kerem Banû û xwişka wî Nermîn.

Di romanê de xuya dike ku dema Kerem û xwişka wî Nermîn li Dersîmê zarok bûne, dê û bavê wan di Serhildana Dersimê de tên kuştin û ew sêwî dimînin. Paşê li bal hin malbatên din mezin dibin, koka xwe, dê û bavê xwe yên rastîn ji bîr dikin û xwe weke gelek kurdên din ku li Tirkiyê xwe hê jî “tirk” dihesibînin. Jina malbata ku Nermîn li bal mezin bûye jineke gelek xerab bûye, qet ji Nermînê hez nekiriye. Kurekî vê malbatê di Serhildana Zîlanê de miriye, ew di wê baweriyê de bûye ku kurdan kurê wê kuştiye, ji ber vê ew heyfa xwe bi awakî sergirtî ji Nermîna zarok derdixe. Navên kurdî yên van zarokan paşê kirine tirkî, navê Kerem berê Mîran û navê xwişka wî Nermînê jî Şermîn bûye. Paşê êdî Kerem hêdî hêdî xwe wek kurdekî ji Dersimê dihesibîne. Kerem piştî ku hatiye herêma kurdan û dest bi kar kiriye, ew jî ketiye nav lêgerînekê ji bo fêr bibe gelo ka koka wî ya etnîkî heta kîderê dirêj dibe: “Wî ji zû ve fam kiribû ku ew bi eslê xwe kurd e, lê nexwastibû ji derdorê xwe re eşkere bike”. Carekê Kerem bi malbatî diçin seredan û dîtina herêma Dersîmê, herêma ku ew li wir hatiye dinê: “Paşê jî li otomobîlê siwar bûbûn û berê xwe dabûn Dêrsimê, warê bavûkalan”. Di dawiya romanê de dema Kerem dimire jî nas û dost bedana wî dibin li Dersimê binax dikin. Nivîskar Mehmed Dehsiwar bi van mînakan belkî jî dixwaze bêje ku gelek karmendên ku di dezgehên dewletê yên cuda de kar dikin, dikarin bi koka xwe kurd bin. Ev rewşa welêt, serpêhatiya Mele Sabir jî tîne bîra me ku di romanê de wek beşeke wisa bi serê xwe cîh girtiye. Mele Sabir ji ber xebat û hewildanên kurdayetiyê dikeve girtîgehe, 25 sal ceza digre. Dema ew hundir de ye, jina wî dimire, zarokên wî dibin bal merivên jina wî. Zarokan nîşanî wî nadin. Dema ew ji girtîgehê derdikeve zarokên wî, wî nas nakin û guh nadinê. Tirs, xof, sirgûn û asîmîlsyonê mirov ji hev bi dûr xistine, wek serboriya zaroktiya Kerem û xwişka wî Nermîn.

Cînartiya Ferhad û malbata Kerem piştî demekê bi pêş ve diçe û gelek ji hevdu hez dikin, ev dostanî rêya xinamîtiyeke hê tam nedîyar jî vedike. Kerem çend caran gazî Ferhad dike, wî dike mêvanê xwe. Têkiliyên wan tîr dibin. Piştî ku Ferhad jina xwe û zarokên xwe wenda dike, demeke dirêj ew bi tena serê xwe dijî. Xwişka Kerem, Nermîn ku li bal birayê xwe dimîne jî bêkar e ango wek kurdên Serhedê dibêjin “azep” e, hê nezewicî ye. Di romanê de xuya dike ku Ferhad û Nermîn ji dûrve bûne evîndarên hevdu. Cara pêşîn jina Kerem ya bi navê Banû ji nêrîn û çavên dildaran fam dike ku dilê herduyan jî ketiye hev, di cîhekî romanê de em rastî van gotinan tên: “...herduyan bi evîndarî dil girtibûn...” Vê îfadeya “dil girtibûn..” ez cara pêşîn dibihêm!  Wisa xuya dibe ku Banû (jinbira Nermînê) gelek “bi derdê dilan” zane, bo vê yekê ew her hewl dide van dilketiyan nêzî hev bike. Dema qala Ferhad û Nermînê tê kirin peyva ku di romanê de zêde tê bi kar anîn bêgûman peyva bişirîn e. Şerê kurd û dewletê, evîna Ferhad û Nermînê ya platonîk mirov dikare bêje ku di romanê de paralel dimeşe.

Di dawiya romanê de mirov vekirî dibîne ku di welatê ku bûye gola xwînê de, evînê jî zare zar e û bi kul û derd e. Di vê rewşê de Ferhad û Nermîn tu firsendekê nabînin ji bo rojekê qûtiya dilê xwe ji hev re vekin. Ji vê evînê tenê nêrînek paşta dimîne. Sibê zû Banû li derê cînarê xwe Ferhad dixe bona xatirê xwe jê bixwaze. Nermîn jî bi destê zarokên birayê xwe girtiye, hinekî li dûr sekiniye, ew li hêviya hatina Banûyê ye. Nermîn tenê carekê, bi dilekî kul û keder li hêla Ferhad dinêre! Roman bi van gotinan diqede: “Wî pê dernexist ku ev nêrîn dihat çi wateyê”. Lê belê ji dêvla Ferhad, nivîskar vê dema dijwar şirove dike, ew vê nêrînê wek çirûskek hêvî û evîn dinirxîne. Nivîskar gelek baş kiriye ku di nav vê şîn, koç, windakirin û kederê de evîna van herdu kesên dilşkestî di dawiya romanê de zêde dernexistiye pêş. Belkî jî nivîskar xwe spartiye vê gotina pêşiyan: Li cîhê şînê, şahî nabe! Wî bi awayekî gelek însanî û maqûlane romana xwe ber bi dawiyê anîye.

Di romanê de em dibînin ku wan ewrên reş û tarî ku dagirtine ser vê coxrafyayê, teqe-req in. Vê kambaxî û wêraniyê bi hemû hêza xwe herêma Êlihê dorpêç kiriye. Şer, pevçûn, lêxistin û kuştin di romanê de her diçe zêde dibe. Şer dibe malwêranîke mezin. Piştî ku Kerem (mêrê Banûyê ango birayê Nermînê), di êrişekê de tê kuştin, êdî ev beşa axa Kurdistanê ji vê malbatê re nabe war û yar. Ew tivdarek û haziriya xwe dikin, dixwazin rojekê zûtir ji vir bar kin, bi dûr bikevin û herin li Enqerê cîwar bibin.

Mirov vê romana Mehmed Dehsiwar bi kelecan û bi meraq dixwîne. Nivîskar ev qabîlîyeta xwe berê jî wek me di destpêka vê nivîsê de dîyar kiribû bi wê trîlojiya xwe nîşan dabû. Lehengê vê trîlojiyê Merdan ji bîra kesên ku ev berhem xwendibin, naçe. Di vê romana nû de cîhê Merdan êdî mirov dikare bêje ku Ferhad girtiye, ev herdu karekter gelek dişibin hev. Li gorî doxtor di pevçûna dawî de neh fîşek ji bedena Ferhad hatine derxistin, lê belê tiştek bi wî nehatiye, xelas bûye. Ferhad gelek caran dibe hedefê kujeran, her car ji van hewldanên kuştinê difilite. Wek xwendevan mirov dixwaze heta dawiya berhemê bi vî lehengê romanê yê bihêz re be, bi wî re bibe yek. Min ev berhem bi hewas xwend!