Li Misirê mafên rojnamevanan binpê dibe

Misir qanûna zîndankirina rojnamevanan bi cezaya diravî diguhêre

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena wezîrên Misrî qanûna girtina rojnamevanan gava nûçeyên derew belav kirin, bi cezaya diravî diguhêre.

Hukûmeta Misrî duh 15 Tîrmehê guhartinek di qanûna girtina rojnamevanên ku nûçeyên derew belav dikin bi cezayeke darayî ya nezin guherî.

Peydarê fermî ya encûmena wezîran Husam Qawîş ji ajansa “Al-Şerq Awset” ya Misrî re ragehand ku “Encûmena wezîran mada 33 ji qanûna terorê bi cezaya 200 – 500 hezar cunêh guherî.”  

Ji aliyê xwe ve jî wekîlê Sendîkeya Rojnamevanên Misrî Xlid Al-Bilşî ev biryar wesif kir ku “Ew zîndankirinek e bi awayekî din e, ji ber ku cezaya hatiye sepandin ji karînûn rojnamevanan bilindtir e.”

Herwiha projeya qanûna nû bêzariyeke tund li ba Sendîkeya rojnamevanan û partiyên siyasî li Misirê çê kir.