Li Amedê û Licê qedexeya derketina ji derve tê ragehandin

li 9 taxên Amedê û navçeya Licê qedexeya derketina jiderve tê ragihandin Li gorî biryara Parêzgeriya Amedê îro 20 Mijdarê, li taxên Ortulu, Arpacik, Sîvrî Tepe, Bîlgîn, Bayirli, Seyrek, Sîltîko û Korha operasyona leşkerî daye dest pê kirin.

K24 – Amed

li 9 taxên Amedê û navçeya Licê qedexeya derketina jiderve tê ragihandin.

Li gorî biryara Parêzgeriya Amedê  îro 20 Mijdarê, li taxên Ortulu, Arpacik, Sîvrî Tepe, Bîlgîn, Bayirli, Seyrek, Sîltîko û Korha operasyona leşkerî daye dest pê kirin.

Parêzgeriya Amedê îro ji demjimêr 17.00ê û pê ve li 9 taxên navçeya Licê qedexeya derketina ji derve bo xelkê sivîl ragihand.

Sedema qedexeyê, operasyonên ku li dijî rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê  têne kirin hat nîşandan.

Hat ragihandin ku ji ber ko xelkê sivîl di heyna operasyonan de zirarê nebîne di çarçoveya qanûnê de divê dernekevin jiderve. Heta biryareke din dê herêm û taxên navborî qedexe bin.

Beriya niha jî li hin herêmên navçeyê qedexe hatibû ragehindin û operasyonên leşkerî birêve çuyîbûn. Hejmarek ji xelkê sivîl ji bo ku operasyon bisekinin û kuştin çênebe li derdora navçeyê çalakiya mertalên zindî li dar xisti bûn.