Nêzîkî 30 hezar girtî li Iraqê hene

Ji aliyeke din ve, Endama Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê eşkere kir ku hemû aliyên siyasî hevdeng in ku yasaya lêborîne wan kesên bi terorê tuhmetbar in nebore.

K24-Bexda

Komîteya Yasayî li Parlamentoya Iraqê ragehand ku nîzêkî 30 hezar girtî li girtîgehên wî welatî de hene.

Di daxiyaniyekê de Endama  Komîteya Yasayî di Parlamentoya Iraqê de Hemdiya El-Huseynî ragehand, ku hejmara girtiyê Iraqê bi giştî giheştine 28 hezar û 273 girtî, ji wan 985 girityên jin in ku piraniya wan girtiyan bi terorê tuhmetbar in.

Elhuseynî da zanîn ku 7 hezar û 851 girtî bi tuhmeta terorê dadgehkirî ne, ji wan 148 jin in, herwiha 3hezar û 768 jî bi tuhmeta terorê hatine girtin di nav de 24 jin hene.

Ji aliyeke din ve, Endama Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê eşkere kir ku hemû aliyên siyasî hevdeng in ku yasaya lêborîne wan kesên bi terorê tuhmetbar in nebore.