Malîkî daxwaza kêmkirina bûdceya Herêma Kurdistanê dike

Endamekî Kurd di Parlemetoya Iraqê de radigehîne ku, heger biryara kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê di Parlemetoyê de hat ferzkirin, ewê wek nûnerên Kurd dê ji civînê vekişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Kurd di Parlemetoya Iraqê de radigehîne ku, heger biryara kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê di Parlemetoyê de hat ferzkirin, ewê wek nûnerên Kurd dê ji civînê vekişin.

Endamê Komîteya Darayî yê Parlemetoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd îro ji K24ê re ragehand ku, heger biryara fraksiyona “Dewleta Yasa” ya Nûrî Malîkî bi kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya sala 2016an di Parlemetoyê de li ser me ferz bikin, emê ji civîna Parlemetoyê vekişin.”

Parlamenter û Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malîkî, eşkere kir ku di civîna fraksiyona xwe de biryar dane ku heta pişka bûdceya Herêma Kurdistanê neyê kêmkirin ew tevlî dengdana bûdceya sala 2016ê ya Iraqê nabin.

Biryar e îro Komîteya Darayî li Parlemetoya Iraqê 2 civînan birêve biçe, ya yekem ji serokên fraksiyonan re, ya duyem jî ji civîna Parlementoyê ya asayî birêve biçe.

Hevpeymaniya Dewleta Yasa li Parlementoya Iraqê jî daxwaze bûdceya Herêma Kurdistanê ji sedî 17 daxîne ji sedî 13.