Malikî di dijatiya Kurdsitanê de şikest

Beriya niha frakesyona Dewleta Yasa daxwaza kêmkirina budceya Herêma Kurdistanê kiribû.

K24- Bexad

Parlementoya Iraqê proje yasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2016an pesend kir, pişka Herêma Kurdistanê ji sedî 17ê ma.

Frakesyona Dewleta Yasa, ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, beriya niha projeyek bo kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya gitşî ya Iraqê de pêşekşî parlementoyê kiribû.

Lê Parlementoya Iraqê di civîna xwe ya îro de, proje yasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2016an pesend kir, pişka Herêma Kurdistanê ji sedî 17ê ma.

Parlementerê Kurd li Bexdayê Faris Birêfkanî di daxuyaniyekê de ji K24 re got ku, pişka ji sedî 17e ya pişka Herêma Kurdistanê ji udceya sala 2016an hat pesend kirin.

Frakesyona Malkî di projeya xwe de daxwaz kiribû ku, budceya Herêma Kurdistanê bibe sedî 13e.