Rûsya: AMNESTY alîgir e

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî destêwerdana Rûsiyê li Sûriyê bi ”tawana cengê” binav kiribû.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiîr ya Rûsyayê rexneyan li Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (AMNESTY) digre û wê bi “alîgiriyê” tohmetbar dike.

AMNESTY di rapora xwe ya dawî de diyar kiribû ku, dibe operasyonên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê “wek tawana cengê” bê naskirin.

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê jî di bersiva wê raporê de ragihand ku, rapora (AMNSETY)yê alîgir bû û gelek zanyariyên bê bingeh têde hatne.

Rûsya ji 30ê Îlona borî ve dest bi operasyonên esmanî li dijî “terorê” li Sûriyê kiriye, berdewam jî rapor ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve derdikevin ku behsa armanckirina navçeyên sivîl û opozîsyona Sûriyê ji aliyê firokeyên Rûsî ve dikin.

Herwiha wezareta Rûsî red kir ku firokeyên wan “bombeyên weşayî” li Sûriyê bikar anîbin.