“Putin bi dizî lige serkirdeyê Talibanê civiya ye”

Serkirdeyên Talibanê dibêjin ku, Rûsya berdewam alîkariya wan dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku, Serokê Rûsyayê “bi dizî” ligel serkirdeyê Tevgera Talibanê, Mela Axter Mensûr civiya ye.

Rojnameya Sunday Times a Brîtanî believe kiriye ku, dema Putin li Tajîkstanê ligel Mela Axter Mensûr civiya ye.

Di rapora wê rojnameyê de li ser zarê serkirdeyên Talibanê hatiye ku, dema Putin beşdarî kongreyeke nehiştina terorê di Îlona borî de li binkeyeke leşkerî li Tajîkstanê bû, ligel Mensûr civiya ye.

Li gor wan berpirsan, Rûsya dixwaze carek din Efxanistanê ji xwe nêzîk bike.

Heman berpirs, ku navê wan nehatiy aşkere kirin, dibêjin Rûsya berdewam alîkariya wan dike.

Lê Kremlinê ew rapor red kir û ragihand ku, ti civînên bi wî awayî çênebûne.