Rumadî ji dest DAIŞê hat derxistin

Artêşa Iraqê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bajarê Rumadî kontrol kir, niha jî qonaxa paqijkirina navçeyên ji çekdarên DAIŞê yên mayîn dest pê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Artêşa Iraqê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bajarê Rumadî kontrol kir, niha jî qonaxa paqijkirina navçeyên ji çekdarên DAIŞê yên mayîn dest pê kiriye.

Li gor zanyariyê Ruetersê, îro danê êvarî Artêşa Iraqê çend taxên bajarê Rumadî û navenda hikûmî li nava Rumadî kontrol kirine. 

Berdevkê dezgeha Jinavbirina Terorê, Sebah Numanî ragehand ku, “kontrolkirina wê navenda hokûmî li nava Rumadî tê wateya têkçûna DAIŞê li Rumadî, pêngava din jî ew e paqijkirina bajêr bi temamî ye.”

Numanî tekez kir ku, ew navenda Hikûmî di bin kontrola hêzên Iraqî de ye û ti çekdarekî DAIŞê di Rumadî de nemaye. 

Vegerandina Rumadî ya ku ji Gulana 2014 de di destê DAIŞê de ye, girîngtirîn serkeftinên Artêşa Iraqî ye.