Helwesta Tirkiyê di aloziya navbera Îran û Siudiyê de

Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu bang li her du welatan kir da ku têkiliyên xwe ji nû ve saz bikin.

K24 – Enqere

Pîştî ku Erebistana Siûdî pêşengê Şîayan Ayetullah Nemr Bakir û 46 kesên din bi dar ve kir, tekîliyên wê yên dîplomatîk û aborî yên ligel Îranê hatin birîn. Vê bûyerê li rojeva Tirkiye cihekî berfireh girt. Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu bang li her du welatan kir da ku têkiliyên xwe ji nû ve saz bikin.

Dema ku Erebistana Siudiyê bi Îranê tekîliyên xwe birîn, wekî welatên Sudan, Kuweyt, Qatar û welatên hevkar ên Siudiyê jî tekîliyên xwe yên dîplomasiyê kêm kirin an qut kirin.

Hefteyek berê Serokkomarê Tirkiyê serîlêdan li gel Erebsitanê pêk anî bû û helwesta Tirkiyê  jî di vê bûyerê de dihate meraq kirin.

Serokwezîre Tirkiyê Ahmet Davutoglu da zanîn ku her du dewlet jî di cihana Îslamê de dewletên gelek gîring in.

Davutoglu ragehand ku,“Aloziya di navbera her dû welatan de rojbiroj zêde dibe. Em dixwazin dewletên herêmê bi mantiq tevbigerin û divê ew qeyran di demeke kurt de çareser bibe.”

Piştî bertekên welatên li herêmê pirsa "gelo dibe ku li Rojhilata Navîn gengeşî zêdetir bibe" anî rojevê. Ji ber vê yekê Emerîka, Rusya û Çînê xwestin ku ji bo çareseriye navberkariyê bikin.

Li ser vê mijarê Pisporê Tekîliyên Navneteweyî Prof. Dr. Bîrol Akgûn bal kişande ser daxwaza navberkariyê ya Tirkiyê ye û ji K24ê re axivî: “Dewletên li Rojhilata Navîn wekî mezhebî di nav xwe de kom dibin û li gorî wê tevdigerin û rê li ber qeyranên dijwartir vedikin. Lê Tirkiye di vê meseleyê de ne alîgir e. Heta wekî aktoreke sêyemîn, ji bo başbûna tekîliyan bangî her dû aliyan dike.”

Wisa xuyaye ku keyişkêşana di navbera welatên Rojhilata Navîn de dê berdewam bike. Piştî Bihara Erebî aloziyên ku derketin jinûve di navbera wan welatên Ereb de kêşaya 1400 sal berê ya li ser şer û pevçûna mezhebî anî rojevê.