Şahjina Urdinê bersiva "Charlie Hebdo" dide

Ji aliyê xwe ve jî şêwekarê Urdinî Ûsama Hecac ew daxuyaniya Şahjina Urdinê wergerandiye zimanê Ingilîzî û Fransî, herwiha kirine wêne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şahjina Urdinê Ranya Ebdulah bersiva rojnameya "Charlie Hebdo" da û got ku Alanê Kurdî dema mezin bibûya, dê bûba mamoste, pizîşk ya jî bavekî dilovan.

Heftenameya Fransî 'Charlie Hebdo" karîkatorekî Alanê Kurdî bi tinazî belav kiribû û tê de gotin ku Alan mezin bûba dê destdirêjiya jinên Ewropayê bike.

Derbarê mijarê de Şahjina Urdinê Ranya Ebdulah bersiva rojnameya Fransdî da û li ser her du malperên xwe yên Facebook û Tiwtterê wiha nivîsiye: "Dema ku Alanê Kurdî mezin bibûya, di paşerojê de dê bibe çi? Dê bibûya mamoste, yan pizîşk an jî bavekî dilovan."

Ji aliyê xwe ve jî şêwekarê Urdinî Ûsama Hecac ew daxuyaniya Şahjina Urdinê wergerandiye zimanê Ingilîzî û Fransî, herwiha kirine  wêne.

Derbarê heman babetê de bavê Alanî Kurdî Ebdulah Kurdî li ser karîkatora kurê xwe yê di rojnameya navborî de hatibû belav kirin wiha gotibû: "Ez ketim rewşek xirab û giriyam."