Îsraîl: Em piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Shaked ragihand ku dema wê hatiye Kurd wek mezintirîn gelê bê dewlet, serxwebûna xwe rabighînin û bibin xwedan dewlet.
Ayelet Shaked, di konferansa asayişa Îsraîlê de ku duh li Tel Avîva paytext birêve çû, axifî û behsa serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdî kir.
Ayelet Shaked, diyar kir ku Kurd, dost û şirîkê Îsraîlê ne û dema wê hatiye bibin xwedan dewlet: “Em bi hemû hêza xwe piştgiriya damezrandina dewleta Kurdî li Rojhilata Navîn dikin. Li gor me, dewleta Kurdî di berjewendiya Îsraîlê de ye û bi vê yekê dijminên me dê lawaz bibin.”
Wezîra Îsraîlê herwiha got ku berjewendiyên Îsraîl û Kurdan, hevbeş in û her du jî li dijî hebûna komên radîkal û cîhadî li Rojhilata Navîn in.
Li gorî Wezîra Dadê ya Îsraîlê, Kurd mafên mirov baş diparêzin û qîmeta jinan dizanin, herwiha kurd miletekî esîl û aştîxwaz ê Rojhilata Navîn in û di dîroka xwe de êrişî tu welatekî nekirine.
Shaked, bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike û di hemû waran de alîkariya Hewlêrê bike.