John Kerry gehişte Erebistana Siûdiyê

Berî niha Kerry ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî li ser heman babetê civiya bû. Biryar bû ku kongreya Cenêv3ê di 25ê vê mehê de bi rêve biçuya, lê bo 28ê vê mehê hat paşxistin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê de gehişte Erbistana Siûdiyê û biryar e ligel Wezîrê Derve yê wî welatî û Rêkxerê Desteya Bilind a Danûstanan Riyad Hicab bicive.

Piştî serdana xwe ya bo Urdinê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, îro gehişte Riyadê ya paytexta Erbistana Siûdiyê û ji aliyê Wezêrê Derve yê wî welatî ve hat pêşwazîkirin.

Serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê di çarçoveya kongreya Cenêv3ê de ye, bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re.

Kerry piştî nîvro dê ligel Wezêrê Derve û Şahê Erbistana Siûdiyê bicive, herwiha Wezîrê Deve yê Amerîkayê dê ligel Rêkxerê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab jî bicive.

Berî niha Kerry ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê jî li ser heman babetê civiya bû. Biryar bû ku kongreya Cenêv3ê di 25ê vê mehê de bi rêve biçuya, lê bo 28ê vê mehê hat paşxistin.