Li Enqerê rewş û darbeya Misrê hatin gotûbêjkirin

Li paytexta Tirkiyê Enqerê li ser darbeya dawî ya Misrê panelek hat sazkirin. Di panelê de kevne parlamenter û wezîrê aboriyê yê Misrê yê kevin beşdarî panele bûn.

K24 - Enqerê

Li paytexta Tirkiyê Enqerê li ser darbeya dawî ya Misrê panelek hat sazkirin. Di panelê de kevne parlamenter û wezîrê aboriyê yê Misrê yê kevin beşdarî panele bûn. Di panelê de beşdarvan li ser kirinên Sisî yên xedar rawestiyan.

Doh li Komelaya Lêgerîn û Lêkolînê SETAyê di panela bi navê “Misir, darbe, şoreş û dawiya wê” de, kevne wezîrê aboriyê yê serdema Serokkomar Muhammed Mûrsî, aborînas Yahya Hamî, kevne parlamenter Taher Abdelmohsen û akademîsyên û lêkolinêr Yavuz Guçturk cih girtin.

Di panelê de piştî darbeyê, li ser rewşa Misrê agahî agahî hatin dayîn. Akademîsyên û lêkolinêr Yavuz Guçturk diyar kir ku li Misirê demokrasî bi dawî bûye û got; “Zexta desthilatdariyê, li ser çapemeniye heye. Mafên mirovan hatiye bin pe kirin. Gelek mirov di girtigehan de ne û rewşa wan gelekî  xedar e. Heta ew kes hê jî nehatinê darizandin. Herwiha DAIŞ jî li Misirê rojbiroj xurt dibe.

Palamenterê serdema Mohammed Mûrsî, parezêr Taher Abdelmohsen jî wiha axifî; “Bi şoreşa 2011ê tabloya spî derketibû holê. Loma têkoşîneke ji bo nan, azadî û demokrasîyê hatibû dayîn. Di Misrê de yekemîn car kesek ji aliyê gel ve hatîbû hilbijartin. Lê belê Abdûlfettah El-Sisî darba kir. Dewlata yasayî û azadiya danezanê nemaye. “

Kevnewezîrê aboriyê yê serdema Mûrsî, aborînas Yahya Hamid jî di axaftina xwe de li ser têkîliyên Misrê û yên di navbera welatên Ereb û Neteweyên Yekbûyî de got ku zor nebaş e û wiha berdewam kir; "Ji aliyê aborî ve rewşa Misrê gelekî xirab e. Turîzma wê ne wekî berê ye. Kanala Suveyşê jî êdî wekî berê naxebite."