Şaciwanek "bê makyaj" digihe fînala “Miss England”

Navenda Nûçeyan (K24) – Keçeke Brîtanî ji bo cara yekem di dîroka pêşbirka şaciwaniyê de, bêyî ku ti makyajê li xwe bike beşdariyê di pêşbaziya Şaciwana Îngiltrayê de dike.

Melissa Raouf, xwendekarek zanîngehê ya 20 salî ya ji başûrê Londonê ye, bê makyaj di nîv-fînala pêşbirka şaciwaniyê de beşdar bû û bi ser ket û dadger û temaşevan jî sersam kirin.

Berpirsên pêşbirkê gotin, ji ber bijartina Melissa Raouf ya wêrek ku bê makyaj beşdar bûye, wê di fînalê de cih girtiye.

Biryar e di meha Cotmeha bê de fînala Şaciwaniya Îngiltrayê birêve biçe, Melissa Raouf jî pêşbaziyê ji bo wergirtina taca şaciwaniyê dike.

Melissa Raouf di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Brîtanî “The Independent” got: “Ev ji bo min, wateyeke wê ya mezin heye. Ez hest dikim ku gelek keçên ji her temenî, ji ber ku ew hest bi zextê dikin, makyajê li xwe dikin.”

Her wiha got: “Eger mirovek ji çermê xwe dilxweş be, nabe ku em neçar bimînin rûyê xwe bi makyajê veşêrin. Kêmasiyên me dihêlin ku em em bin û her kesek ji me bêhempa be.”

Melissa Raouf got ku her çend wê di temenek ciwan de dest bi danîna makyajê kir jî, lê wê biryar da ku di pêşbaziyê de xwe ji vê nerîtê dûr bixe.

Rêvebera Miss England Angie Beasley jî di daxuyaniyekê de ji CNN re got: “Em ji Melissa re bextewariyê dixwazin di Miss England de, ev tiştekî pir wêrek e û ev peyamek girîng ji hemû keçan re dişîne.”