Şêwekar Heme Haşim “Çarçoveya Tal” li Hewlêrê pêşan dide

author_image Siyamend Brim

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekar û lêkolînerê Kurd Heme Haşim îro li Galeriya Medya ya Hewlêrê pêşangehek bi navê “Çarçoveya Tal” vekir û dê ji 18 heta 25ê Cotmehê vekirî be.

Şêwekar Heme Haşim ji K24ê re da zanîn, pêşangeh bi hevkariya Rêveberiya Hunera Şêwekarî, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêrê û Wezareta Rewşenbîrî û Lawan hatiye vekirin û tê de bi dehan tabloyên curbicur tên pêşandan.

Li ser navê pêşangeha xwe, Heme Haşim got: “Di hemû pêşangehan de, min hewl daye êş, azar û jenosaydên li dijî gelê Kurd hatine kirin nîşan bidim. Her wiha di gelek tabloyên min de, pirsa koça ciwanên Kurd bo derveyî welat, êş û azarên jin û keçên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, azadiya jinê û Jîna Emînî, kolberên ku li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tên kuştin hene. Ev hemû jî Çarçoveya Tal e.”

Derbarê şêweyê karê xwe de, Heme Haşim got: “Forma karê min, Abstraktxwazî ye, hewl didim bîrokekê ligel hestên xwe di tabloya xwe de berceste bikim. Her çend e ku hunera Abstrakt li cem bînerê Kurd hinekî giran e, ji ber ku ev huner zêde derbasî nava kultura me nebûye, lê belê hunera Abstrakt, yek staylan e ku dikare felsefeyê peyrew bike.”

Şêwekar Heme Haşim got jî: “Hunera şêwekariyê dikare bi awayekî baş peyam û doza gelê Kurd bigihîne welatên derve û rola huner û hunermendan di vê derbarê de dikare ji ya siyasetmedaran jî zêdetir bi bandortir be.”

Şêwekarê Kurd Heme Haşim ji bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê ye, zêdetirî 15 pêşangehên taybet li Kurdistan û derveyî welat vekirine û her wiha du pirtûk bi navnîşana “Vankuch” û “Rodin û Hunera Abstrakt” nivîsandine.

Lêkolîner û hunermendê Kurd Hama Haşim ji ber pirtûka xwe ya bi navê “Rodin” ku li ser peykersazê navdar ê Fransî Auguste Rodin e û navûdengê wî li hemû cîhanê belav bûye, ji aliyê Muzexaneya Rodin a Îtalyayê ve Madalyaya Zêrîn wergirtiye.

Heme Haşim
Heme Haşim
Heme Haşim
Heme Haşim
Heme Haşim
Heme Haşim
Heme Haşim
Heme Haşim