Barcelona îsal jî nekarî qonaxa koman a Champions League derbas bike

Barcelona
Barcelona

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona vê werzê jî ji qonaxa koman a Champions League ya Ewropayê hat derxistin, piştî ku li hember Bayern Munich bi encama (0 - 3) têk çû.

Şeva borî di gera pêncem a qonaxa koman ya Koma (C) a Champions League de, Barcelona mêvandariya Bayern Munich kir û bi ENCAMA (0 - 3) tê çû.

Golên Bayern Munich di xulekên (10, 31 û 90+5) de bi riya Sadio Mane, Eric Maxime Choupo-Moting û Benjamin Pavard hatin tomarkirin.

Bayern Munich bi serkeftina xwe ya pêncemîn li ser hev, bi 15 puanan di serê koma (C) den girt û ligel Inter Milan derbasî qonaxa (16) a Champions League bû.

Ji aliyekî din ve, xalên Barcelona di ber 4 xalan rawestiya û bi pileya sêyem razî bû û bi fermî xatir ji Champions League xwest, û dê beşdarî Lîga Ewropayê bibe.