Çûna Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja 29ê Cotmeha 2014an, dema ku Kobanî di bin êrîşên giran ên DAIŞê de bû, Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serok Mesûd Barzanî û bi pesendkirina Parlamentoya Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê û di Bakurê Kurdistanê re ber bi Kobanê ve bi rê ketin. Di dema derbasbûna Pêşmergeyan de jî de ji aliyê xelkê ve rastî pêşwaziyeke germ hatin.