Zeytûnên Dêrika Mêrdînê li bazara Diyarbekirê cihê xwe girt

Li gorî par, îsal berhemanîna zeytûnên baştir e û tê çaverêkirin nêzîkî 4 hezar ton zeytûn bêne berhemanîn. Ji ber tama wan ya xweş û bihayê wê, welatî zeytûnên Dêrikê tercîh dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Dêrika Mêrdînê ev hezar sal in cotkariya zeytûnan tê kirin. Zeytûnên Dêrikê li sûk û bazara Diyarbekirê cihê xwe girtin. Li gorî par, îsal berhemanîna zeytûnên baştir e û tê çaverêkirin nêzîkî 4 hezar ton zeytûn bêne berhemanîn. Ji ber tama wan ya xweş û bihayê wê, welatî zeytûnên Dêrikê tercîh dikin.

Li navçeya Dêrika Mêrdînî, ji hezar salan zêdetir e cotkariya zeytûnan tê kirin. Bi piştgiriya dewletê li navçeyê cotkariya zeytûnan roj bi roj zêdetir dibe. Ji aliyê Qeymeqamiya Dêrikê ve di 2021an de 100 hezar şitlên zeytûnan li cotkaran hatin belavkirin. Li gorî daneyên fermî salane nêzîkî 4 hezar ton zetyûn tên berhemanîn. Zeytûnên ku ji cotmehê û pê ve tên çinîn bi taybetî li bazarên Mêrdîn û Diyarbekirê tên firotin.

Firoşkarê zeytûnan Baran Gucum ji K24ê re diyar kir: “Hin welatî 50 kîlo zeytûn dikirin, ev jî têra wan salekê dike. Ev zeytûn hem erzan in, hem jî tama wan xweş e. Zeytûnên Dêrikê gelek xweş in.”

Li gorî ragihandina rêveberên Dêrikê, cotkariya cûreyê xilxalî yê zeytûnan tenê li Dêrikê çêdibin. Ev cûre hem qelew e û hem jî bi rûn e. Kîloya zeytûnên Dêrikê di navbera 20-40 lîreyan de tê firotin. Li gorî zeytûnên reş ev zeytûn erzantir in. Kîloya zeytûnên reş ji 50 lîreyan dest pê dike û heta 80 lîreyan jî diçe. Welatî zeytûnan bi mekîneyan dişkênin û ji bo ku tehlatiya wan jê biçe têxin nav şoravgê de.

Welatiyê bi navê Hecî Evdo ji K24ê re diyar kir: “Ev zeytûnên kesk xweş in, welatî gelek ji van hez dikin. Zeytûnên reş biha ne.”

Herwiha welatiyeke din jî dibêje: “Ez dixwazim 50 kîlo zeytûn bikirim; lê dikim nakim kîloyê bi 20 lîreyan nade, dibêje bi 25 lîreyan. Makîne dişkêne, hêj tehil in, em dibin malê bi şûşeyan dikutin, heta ku ew tehliya wan jê biçe em avê lê diguherînin.”

Kalîteya zeyt û zeytûnên Dêrikê ne tenê li Bakur belkû li cîhanê jî bi nav û deng e. Zeyta ku ji zeytûnên Dêrikê tê çêkirin di pêşbirkên li Brîtanya û Japonyayê de xelata zêrîn bidest xist.