Mezintirîn pêşangeha seramîkê li Stenbolê hat vekirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Stenbolê di warê berhemên seramîkê de yek ji mezintirîn Pêşangeha Seramîk û Berhemên Serşo û Lênangehê UNICERA 2022 çû serî. Kompanî û markayên beşdarî di pêşangehê de kirine diyar dikin ku ew hewl didin li Hewlêrê jî dest bi veberhênanê bikin û ji bo vê jî serdanan pêk bînin. Lê di heman demê de dixwazin astengiyên yasayî yên li pêşiya veberhênanê jî bêne rakirin da karibin bazara xwe ya li Kurdistanê berfirehtir bikin ya di warê seramîkê de.

Di warê berhemên seramîkê de mezintirîn pêşangeha Tirkiyê û li cîhanê jî dûyemîn mezintirîn pêşangeha Berhemên Lênangeh, Serşok û Seramîkê ya Navdewletî UNICERA, li CNR Expoyê li ser qadeke ku ji 80 hezar metreducarê pêk tê; û nêzî 30 hezar jê biyanî bi beşdariya zêdetirî 100 hezar kesî li bajarê Stenbolê çû serî. Di pêşangehê de kompanî û markayên navdar ên seremîkê û berhemên bi cûreyên avasaziyê re têkîldar radigihînin ku ew hewl didin geştekê bo Hewlêrê jî bidin destpêkirin bo veberhênanê. 

Gerînendeyê Giştî yê Kompaniya Cybele Tile Levent Aras ji K24ê re got: “Ev pergala bo parastina bergê derve yê avahiyan ku ji porselen û seramîkê pêk tê ji bo îzolayona serma û germahiyê gelekî karîger e. Ji ber vê taybetmendiya xwe li bajarên wekî Hewlêrê ku havînan pileya germahiyê gelekî zêde dibe nava avahiyan ji vê germahiyê diparêze û bi heman awayî zivistanan jî ji sermaya zêde diparêze. Ev pergal tam li kirasê bajêr yê Hewlêrê tê û bo sexberiya enerjiyê jî derece yek e." 

Welatên wekî Amerîka, Kanada, Almanya, Îtalya, Îspanya, Brîtanya, Efrîka Bakur, Hindistan û Rûsyayê jî di navê de bi giştî beşdarên ku ji 130 welatan hatibûn, eleqeyeke mezin nîşanî pêşangeha bi navê UNICERA 2022’yan dan. Hin rêveberên kompaniyên behemên serşokê jî digel pêywendiyên heyî dixwazin bazara xwe ya li Hewlêrê zêdetir û firehtir bikin. 

Rêveberê Kompaniya Berhemên Serşoyan-Îdevit Serkan Haskol dibêje: “Ev 5 sal in em beşdarî vê pêşangehê dibin. Ji Hewlêrê û Iraqê jî gelek mêvanên me tên pêşangehê. Di serî de Hewlêr yanî herêma Kurdistanê û hin deverên Iraqê hewl didin di vî warî de zêdetir bi pêş bikevin. Em jî bi projeyên mezin bi Hewlêrê re kar dikin û jê serbilind in. Armanc dikin ku xizmeta xwe berfirehtir bikin li van herêman."

Bi vê pêşangaha ku berhemên sezona nû ya serşok, zemîn û dîwaran, teknolojiya nexşên seramîkan, berhemên lênangehê, dekorasyon û nixûmandina bergê derve yê avahiyan bo kiryarên giring ên cîhanê tê pêşandan; tê armanckirin ku di warê bazirganiyê de bi rêya hevdîtinên Business to Business (bîznis tu bîznis) (B2B) ên dû alî, peymanên nû bêne girêdan. Gelek marke û kompaniyên navdar ên beşdarî pêşangehê bûne foksa xwe dane ser Hewlêrê û bo ku karibin pêywendiyên nû sazbikin û veberhênanê bikin daxwaza dirûstkşirina astengên yasayî dikin.