Li Diyarbekirê pêşangeha xwarinên herêmî dest pê kir

Di pêşangehê de ji 55 bajaran 167 kompanî beşdar in. Karsazan bo pêşangehê amaje kirin ku dê sûdê bide tevgera bazirganiya bajêr û herwiha bibe wesîle ku bêhtir geştiyar berê xwe bidin Diyarbekirê.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê 4. Pêşangeha Tam û Xwarinên Herêmî dest pê kir û dê pêşangeh heta 20ê mijdarê bo welatiyan vekirî be. Di pêşangehê de  167 kompanî beşdar in ku hêvî ew e îsal ji sala borî bêhtir welatî berê xwe bidin pêşangehê.

Di merasîma vekirinê de komên muzîkê derketin ser dikê û ji bo balkişandina ser pêşangehê berhemên ciyawaz hatin pêşandan. Di pêşangehê de ji 55 bajaran 167 kompanî beşdar in. Karsazan bo pêşangehê amaje kirin ku dê sûdê bide tevgera bazirganiya bajêr û herwiha bibe wesîle ku bêhtir geştiyar berê xwe bidin Diyarbekirê.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re diyar kir: “Pêşangehên wisa di heman demê de keyf û şahiyên dîtbarî ne. Dema em bikaribin bingeha van şahiyan tije bikin wê demê aborî jî pêş dikeve û sûdê dide dahata bajêr jî. Çandên cûda yên xwarinê tên cem hev û di her alî de sudmend dibe.”

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Cizîrê Omer Faruk Yildirim ji K24ê re ragihand: “Ev pêşangehên wisa sûdê didin bazirganiyê jî. Dibin wesîle ku xwarinên herêma Botanê, Amedê û herêmên din werin nasîn. Hêviya min ji vê pêşangehê mezin e.”

Di pêşangehê de kompaniyên ji bajarên cuda beşdar bûyîn berhemên navdar ên herêma xwe jî bi xwe re anîn. Beşdarên pêşangehê anîn zimên ku pêşangehên wisa dibe wesîle hem berhemên xwe hem jî bajarê xwe bidin nasîn.

Beşdarekî diyar kir: “Ez ji Wanê hatime û hemû cure xurek û xwarinên Wanê yên navdar in me li gel xwe anîne ku bo xelkê Amedê bidin nasîn.”

Herwiha beşdarekî din jî got: “Ez ji Colemêrgê hatime. Ez mêşvaniyê dikim. Ez hatime ku hem hingiviya xwe hem ya Colemêrgê li vê derê bidim nasîn.”

4. Pêşangeha Tam û Xwarinên Herêmî li Diyarbekirê dest pê kir û dê heta 20ê mijdarê ango 6 rojan bo welatiyan vekirî be. Di rojên pêş de dê pêşbaziyên xwarinê yên pisporan jî werin li darxistin.

Di pêşangeha sala borî de 246 hezar welatiyan serdana vê pêşangehê kiribûn û îsal tê pêşbînîkirin ji sala borî zêdetir welatî berê xwe bidin pêşangehê.