Di 10 mehan de 1 milyon û 386 hezar kes ji kar hatine avêtin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – CHP di pirsiyarnameya xwe ku raberî Patlamentoya Tirkiyê kiriye di 10 mehê dawîn de li Tirkiyê 1 milyon û 386 hezar kes ji kar hatine avêtin. Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Amarên Trkiyê hatiye ragihadin jî di sala 2022 Cotmehê de ji bilî yên ji kar hatine avêtin hejmara bêkaran çûye ser 3 milyon 500 hezar kesî.

Li gorî pirsiyarnameya CHPê ya ku raberî Parlamentoya Tirkiyê kiriye di 10 mehên dawîn ya sala 2022an de tam 1 milyon û 386 hezar kes li Tirkiyê ji kar hatine derxistin. CHP bi vê pirsyarnameyê daxwaz dike hikûmet bersivê bide van amarên ku ji aliyê saziya Peydakirina Kar (İŞ-KUR) ve hatine parvekirin. CHP dibêje; ji van amaran jî diyar dibe ku qeyrana aborî û hilawesan her ku diçe bandoreke mezin li ser bêkariyê dike û metirsiya civakê jî zêde dike. Herwiha di pirsiyarnameyê de hatiye destnîşankirin ku ev sazî jî nabe derman bo derdê bêkariyê ya civakê.

Welatiyê ji kar hatiye derxistin Abdullah Yuksekdag ji K24ê re got: “20 roj berê, kompaniya ku min lê kar dikir bo ku tazmînata min ya agahdariyê nede, wisa kir ku ez bi xwe ji kar derkevim. Loma min nekarî serî jî li dezgeha Peydakirina Kar bixim. Ji xwe êdî hemû kompanî wisa dikin ku hûn bi xwe dev ji kar berdin.”

Welatiyê ji kar hatiye derxistin Serkan Selecî dibêje: “Ev nêzî 4 sal e min serî li Dezgeha Peydakirina Kar xistiye lê tu encam dernektine. Mixabin heger hûn ne xizmê erkdarekî bin zehmete ji aliyê vê saziyê ve karek bo we bê peydakirin.”

Li gorî eniya muxalefetê bo çareseriya hilawesanê, pêwîst e hikûmet dev ji çapkirina pereyên bê beramber berde, aramî û ewlehiyê pêk bîne û bihabûnê kêm bike. Bi vê yekê dema bi rêya hilberînê stargehan jî zêde bike hingî wê hem hilawesan hem jî kêşeya bêkariyê çareser bibe.

Cîgirê Serokê Giştî yê DEVAyê û aborînas Burak Dalgin diyar kir: “Em ji rêbaza niha ya hikûmetê tiştekî fêm nakin. Eger bi rêbaza niha desthilatê karîbûya dawî li qeyrana aborî bîne, û bo bêkariyê çareyekê peyda bike, hingî divêyabû bo vê desthilatê xelateke nobelê ya aboriyê bihata dayîn. Ji ber ku vê desthilatê heta niha çi rêbazên li derveyî pergala îqtisadê hebin ew bikaranîne.”

Li gor daneyên fermî yên Saziya Amaran ya Tirkiyê ji bilî hejmara kesên ji kar hatine derxistin di Îlona 2022an de hejmara bêkarên li Tirkiyê bûye 3 milyon û 500 hezar kes. Lê belê li gorî sendîkayên karker û karmendan berevajî vê yekê, hejmara bêkarên li Tirkiyê di ser 10 milyon kesî re ye.