Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Brîtanya dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vexwandina fermî ya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê, dê beşdarî Konferansa Nehîştina tundûtûjiya Zayendî di Şeran de li Londonê bibe.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, li ser vexwandina fermî ya Wezîrê Derve yê Brîtanya û Nûnerê Taybet ê Serokwezîrê Brîtanya bo nehîştina tundûtûjiya li ser bingeha zayindî di milmilayan de, em weke şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji çend saziyên pêwendîdar pêk tê, emê beşdarî Konferansa Navdewletî ya Înîsiyatîfa Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya Zayendî ya Di Şeran de (PSVI) bibin ku ê di 28 - 29ê Mijdara 2022an de li Londonê were lidarxistin.

Dîndar Zêbarî got: Armanca konferansê ew e çespandina hewildanan bi aliyên pêwendîdar re ye, ji bo destnîşankirina kêmasiyan di bersiva navneteweyî de li hember tundûtûjiya li ser bingeha zayendî ya ku bi pevçûnan ve girêdayî ye.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn jî, di konferansê de dê nêzî 800 delege û berpirsên ji çar aliyê cîhanê, ku di nav de wezîrên derve, nûnerên civaka sivîl û yên rizgarbûyî jî hene, beşdar bin.

Got jî: Şanda me dê gavên pratîkî yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina rewşa jinên Êzidî avêtine, ji şandeyên hatine vexwendin re radigihîne. Her wiha tekeziya hikûmet ji bo lêpirsîna di tundûtûjiya di nav malê de, rizgarkirina revandiyên ji destê DAIŞê û berdewamiya hewlên wê ji bo dadgehkirina terorîstên DAIŞ bi hevkariya Tîma Vekolînê ya Netewên Yekgirtî, ji bilî warên din ên girêdayî bi destxistina mafên jinan ên takekesî, siyasî û çandî, nîşan dide.