Artêşa Tirkiyê çeperên HSDê li Dêrikê topbaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li gundên Dêrika Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

jêderekî ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li gundên Zihêrî û Xerab Reşkê yên ser bi Dêrika ve topbaran kirin.

amaje bi wê yekê ku heta niha ziyanên canî yên vê êrîşê nehatina zanîn.

Ev çend roj in artêşa Tirkiyê deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û rojhilatê Sûriyê dike armanc û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî îro di konferanseke rojnamevanî ya online de got: “Tirkiyê hêz li ser sînorê Kobanê cîgir kiriye û dixwaze êrîş bike.”

Ebdî li ser helwesta civaka navdelwetî û bi taybetî jî helwesta Amerîkayê li hember gefên Tirkiyê got: “Amerîka û Îran li dijî operasyona Tirkiyê ne. Niha Amerîka ji bo rawestandina operasyonan ligel Tirkiyê di gotûbêjan de ye.”