Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke pilebilind a Yekîtiya Navdewletî ya Keldanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Mijdara 2022an, pêşwazî li şandeke pilebilind a Yekêtiya Navdewletî ya Keldanî bi serokatiya Sam Yono kir ku ji nûnerên civaka Keldanî li Amerîkaya Bakur û Ewropa û Kildaniyên Iraq û Herêma Kurdistanê pêk dihat.

Serokê Yekîtiya Navdewletî ya Keldanî pesnê pêşkeftin, avedanî û pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê da û piştevaniya revenda Keldanî ya li derveyî welat bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşdarbûna di pirosesa geşepêdana Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Ji aliyê xwe xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Yekîtiya Navdewletî ya Keldanî kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser pêşxistina çanda pêkvejiyanê, azadiya olî û parastina mafên hemû pêkhateyan.

Her wiha Mesrûr Barzanî daxwaz ji revenda Keldanî û Xiristiyan ên li derveyî welat kir ku vegerin Herêma Kurdistanê û rola xwe ya aktîf di pêşketina Kurdistanê de bigirin.