Hejmara leşkerên Tirkiyê yên hatin kuştin zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 2 leşkerên din ragihand, leşkerek ji ber giraniya birîna xwe û yek jî ji ber birûskê canê xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îşev ragihand, leşkerekî din ê ku di operasyona “Pençe-Kilît” de li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest daye.

Her wiha Wezaretê da zanîn jî, birûskê li leşkerî wan da û di encamê de canê xwe ji dest.

Her îro jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandibûn, 2 leşkerên wan di operasyona Pence-Kilît ya li nava sînorê Herêma Kurdistanê de di şerê li dijî PKKê de hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kir û operasyon heta niha berdewam e.