Amerîka: Plansazê operasyonên DAIŞê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê ragihand ku plansazê operasyonê DAIŞê li Rojhilata Navîn û Ewropayê li Sûriyê hatiye kuştin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) şeva borî di daxuyaniya nivîskî de ragihand, hêzên girêdayî Hêzên Navendî yên Amerîkayê, serkirde û plansazê operasyonên DAIŞê li Rojhilata Navîn û Ewropayê Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî kuştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon tenê bi helîkopteran ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye kirin. Diyar kir jî, du çekdarên din jî di wê operasyonê de hatine kuştin.

Ev daxuyaniya CENTCOMê piştî wê tê, duhî Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkî Kolonel Joe Buccino got, hêzên operasyonên taybet ên Amerîkayê di êrîşeke bi helîkopteran serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li rojavayê Sûriyê kir armanc.

Her wih gotibû: “Em di wê baweriyê de ne ku di êrîşê de serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li Sûriyê hatiye kuştin ku ew plansazê êrîşên terorîstî yên li Rojhilata Navîn û Ewropayê bû.”

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got, piştî nîvê şeva Yekşemê/Duşemê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi helîkopteran operasyoneke daketina asmanî li gundê El-Suweydiyê yê li gundewarê Cerablusê yê di bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de pêk anî û serkirdeyê navdar ê DAIŞê “Ebû El-Beraa” desteser kir.

Rewangehê diyar kir, helîkopterên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên ku beşdarî operasyona daketina asmanî bûne, ji baregeha Xerab Işkê ya li gundewarê Kobanî rabûn. Piştî operasiyona daxistinê jî, şer û pevçûnên tund rû dan û avahiya ku çekdar tê de bon bi du mûşekan hat armanckirin. Operasyon bi girtina serkirdeyekî û kuştina çend çekdarên din bi dawî bû.