Derbarê çar rojnamegeran de biryara girtinê hat dayîn

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Diyarbekir (K24) - Di operasyona binçavkirinê ya 25ê Nîsanê de proseya wergirtina îfadeya binçavkiriyan berdewam e û hat ragihandin ku ji wan binçavkiriyan 4 rojnameger hatin girtin.

Di operasyona binçavkirinê ya 25ê Nîsanê de bo 216 kesan biryara binçavkirinê hatibû dayîn û ji wan jî 128 kes hatibûn binçavkirin.

Di vê çarçoveyê de jî îfadeya kesên hatine binçavkirin tê wergirtin û heta niha jî bo 4 rojnamegerên binçav de bûn biryara girtinê hatiye dayîn.

Hat ragihandin ku rojnamegerên bi navê Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok,  Mehmet Şah Orûç,  Remzî Akkaya piştî wergirtina îfadeyê bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatibûn sewqkirin û dadgehê jî biryara girtina wan da.