Berdevkê Pintagonê: Me ji bo xweparastinê balafira bêbalafirvan a Tirkiyeyê xistiye xwarê

Pat Rayder, Berdevkê Pintagonê
Pat Rayder, Berdevkê Pintagonê

Pat Rayder, berdevkê Pintagonê, dibêje: balafira bêbalafirvan li ser hêzên me xeter bû. Herwesa navbirî got: Em ji ber topbaranên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê dilgiran in.

Pat Rayder, berdevkê Pintagonê, di konfiransekê rojnamevanî de ragehand: Me ji bo xweparastinê balafira bêbalafirvan a Tirkiyeyê xistiye xwarê, herwesa çi amajeyek nîne ku Tirkiyeyê niyeta êrîşê hebûbe.

Berdevkê Pintagonê di eynî demê de ragehand: Ew balafira bêbalafirvan li ser hêzên me xeter bû. Li ser êrîşên Tirkiyeyê bo ser Sûriyeyê navbirî amaje da: Em ji ber topbaranên Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê dilgiran in. Pat Rayder dibêje: Tirkiye hevpeymaneka me ya nêzîk e û em ji bo şerê PKKyê piştevaniya wê dikin. Herwesa mafê Tirkiyeyê ye ku gel û welatê xwe biparêze.

Berdevkê Pintagonê daxwazê ji Tirkiyeyê dike ku di êrîşên xwe yên li ser Sûriyeyê hemahenga hêzên Amerîkayê be.

Pat Rayderî herwesa amaje da: Xistinexwara balafira bêbalafirvan a Tirkiyeyê rûdaneka nexwastî bû.

Di bersiva peyamnêrê Kurdistan24ê de li ser serkeftina operasiyona li dijî DAIŞê, berdevkê Pintagonê got: sedema serkeftina operasiyona li dijî DAIŞê hemahengiya navbera pêşmergeyan û supayê Îraqê bû.

Îro roja Pêncşemê (5ê Cotmeha 2023ê), du berpirsên Amerîkayî ku nexwastiye navên wan bên eşkerekirin ji bo ajansa Rûyterzê ragehandiye: Balafireka Amerîkayî ya “F16” balafireka bêbalafirvan a Tirkiyeyê li nêzî hêzên Amerîkayê li bakurê Sûriyeyê xistiye xwarê.

Berpirsekî ji wezareta bergiriyê ya Amerîkayê ji aliyê xwe ve ragehandiye: Hêzên hevpeymanên navdewletî ew balafira bêbalafirvan xistiye xwarê û peywendî bi hêzên çekdar ên Tirkiyeyê ve nîne. Wî berpirsê Pintagonê çi zanyarên dî diyar nekirine ka gelo ew balafira bêbalafirvan bi ser çi aliyekî ve ye.

Di eynî demê de hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) di ragehandinekê de amaje da: Serê sibeha îro roja Pêncşemê, hêzên Tirkiyeyê dest bi hijmareka êrîşan bo ser deverên wan li bakurê Sûriyeyê kiriye.

HSDyê di ragehandina xwe de behsa wê yekê kir ku Tirkye bi zêdetir ji 15 balafirên bêbalafirvan derbaz bûye nav asmanê bakurê rojhelatê Sûriyeyê û hijmareka bingeh û jêrxane û dezgehên xizmetkariyan û westgehên neftê û sotemeniyê kirine armanc û di encamê de kuştî û birîndar hene ku parek ji wan welatî ne.