Asayîşa Dihokê: Girtina Silêman Ehmed çi peywendiyek bi karê rojnamevaniyê ve nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Asayîşa Dihokê di ronkirinekê de amaje da wê yekê ku girtina Silêman Ehmed çi peywendiyek bi karê rojnamevaniyê ve nîne, wî ji bo karên nihênî û neqanûnî ji bo PKKyê hatin û çûn kiriye.

Roja Duşemê, 30ê Cotmeha 2023ê, Rêveberiya Asayîşa Dihokê ragehand, hêzên wan kadirekî PKKyê bi navê Silêman Ehmed girtiye ku ji bo karên nihênî û neqanûnî ji bo PKKyê hatin û çûn kiriye.

Asayîşa Dihokê amaje da wê yekê jî ku Silêman Ehmed di lêkolînê de itîraf bi karên xwe kiriye, lewma dê ji bo dadgehê bê şandin û dê li dû qanûnê serederî bi wî re bê kirin.

Rêveberiya Asayîşa Dihokê di eynî demê de tekezê dike ku girtina wî kadirê PKKyê çi peywendî bi karê rojnamevaniyê ve nîne.

 

Deqê ronkirina Rêveberiya Asayîşa Dihokê

Hêzên Asayîşê kadirekî PKKyê bi navê Silêman Ehmed girt. Navbirî ji bo karên nihênî û neqanûnî ji bo PKKyê hatin û çûn kiriye, lewma hatiye girtin. Wî di lêkolînê de jî itîraf bi karên xwe kiriye, lewma dê ji bo dadgehê bê şandin û dê li dû qanûnê serederî pê re bê kirin.

Girtina wî çi peywendiyek bi karê rojnamevaniyê ve nîne.

Rêveberiya Asayîşa Dihokê