Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt 15523 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê li Filistînê nûtirîn amara kuştiyên Kertê Xezzeyê parve kiriye.

Îro roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê li Filistînê amareke nû ya kuştiyên Kertê Xezzeyê parve kiriye, têde hatiye: Ji ber êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê, hejmara kuştiyan gehişt 15523 kesan û heta niha 41316 kes jî birîndar bûne.

Şerê Israîl û Hemasê li 7ê Cotmeha borî ser hilda û bû sedema kuştina zêdetirî 1400 Israîliyan û 15523 Filistiniyan li Xezzeyê ku piraniya kuştiyên Filistîniyan jin û zarok in. Ev di demekê de ye ku Israîlê soz daye Bizava Hemasê nehêle.

Doh jî Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di konfiransa yekê ya rojnamevanî de piştî bidawîhatina agirbesta heftrojî ya Xezzeyê ya mirovî ragehand, em dê berdewamiyê bidin operasiyonên bejahiyê ji ber ku bê operasiyonên bejahiyê em nikarin armancên şerî bi cih bînin.

Herwesa ew yek jî berçav kir, serbazên me di dema agirbestê de ji bo serkeftina dawiyê li ser Hemasê amadekariyên temam kirine.

Herwesa got, “Armanca berdewamiya şerê Xezzeyê bidawîanîna Hemasê û azadkirina tevaya revanidiyên Israîlî ye”.