Awat Şêx Cenab: Hewlên ji bo sererastkirina yasaya bûdceya Iraqê berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî û Aborî radigihîne, hewlên wan ên ji bo sererastkirina yasaya bûdceya Iraqê berdewam in. Herwiha got: “Em hêvîdar in serederî bi mûçeyên mûçeyên Herêma Kurdistanê re jî, wek mûçeyên parêzgehên din ên Iraqê bê kirin.”

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ragihand, “Gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo sererastkirina yasaya bûdceya Iraqê berdewam in. Hêvîdar im sala bê bikarin xwe ji hemû pirsgirêk û nakokiyan dûr bixin û bi yek pîvanê serederî bi mûçeyê karmendên Herêmê re, wek mûçeyên parêzgehên din ên Iraqê bê kirin.”

Wezîrê Darayî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezaretên pêwendîdar ji bo dayîna mafên kompanyayên navxweyî û biyanî tekez kir û got: Kêşeyên hemû kompanyayên biyanî û navxweyî dê bi çareserkirina kêşeyên sIyasî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî re bêne çareserkirin, ku kêşeyên mezin ên aborî û darayî ji Herêma Kurdistanê re peyda kirine.

Ev gotinên Wezîrê Darayî, di çarçoveya hevdîtina bi Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî re, hatin.