Îran dîplomatekî Ewropî bi tawana alîkariya Îsraîlê dadgeh dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilata Dadwerî ya Tehranê ragihand, piştî 600 roj binçavkirinê, dadgehkirina dîplomatekî Swêdî yê ku di Yekîtiya Ewropayê de kar dikir, duhî Yekşemê bi tometa “komplokirina bi Îsraîlê re ji bo gihandina ziyanê bi Komara Îslamî ya Îranê” dest pê kir.

Ajansa nûçeyan a “Mîzan” a ser bi Desthilata Dadwerî ya Îranê ve ragihand, Johan Flodiros bi kiryarên li “dijî ewlehiya neteweyî, alîkariya îstixbarata Îsraîlê û gendeliya li ser rûyê erdê” tê tometbarkirin.

Li gorî ajansa “France-Presse”, tometa “gendela li ser rûyê erdê”, yek ji tawanên herî giran ên li Îranê ye ku dibe cezayê bidavekirinê lê were birîn.

Ajansa “Mizan” ji ser zarê dozgeriyê ragihand: “Tawanbar di warê komkirina zanyariyan ji bo berjewendiya Rejîma Siyonîst di çarçoveya projeyên têkdanê de li dijî Komara Îslamî ya Îranê çalak e.”

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom di daxuyaniyekê de got: “Ez hatime agahdarkirin ku dadgehkirina Johan Floderos roja Yekşemê li Tehranê dest pê kiriye.”

Johan Floderus ê 33 salî yê Swêdî ku di beşa dîplomasî ya Yekîtiya Ewropayê de kar dikir, piştî ku di 17ê Nîsana 2022an de ji betlaneyê vedigeriya, li firokxaneya Tehranê hat binçavkirin û niha li girtîgeha Êvîn a Tehranê tê ragirtin.

Billstrom got: “Ti bingehek nîne ku Johann Flodiros di girtîgehê de bimîne. Herwiha Billstrom da zanîn, Swêd û Yekîtiya Ewropayê ev yek ji nûnerên Îranê re aşkere kirine.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Karûbarên Derve yên Yekîtiya Ewropî Josep Borrell banga berdana Flodiros kir û got ku ew “bêsûc” e û ti sedemek tune ye ku ew di girtîgehê de bimîne.