Wezîrê Derve yê Îranê: Em tenê di xalekê de bi Israîlê re yek in

Husên Emîr Ebdulahiyan
Husên Emîr Ebdulahiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê radigehîne, “Em tenê di xalekê de bi Israîlê re yek in, ew jî ew e ku Tehran û Televîvê bawerî bi hilweşandina her du dewletên Israîl û Filistînê nîne”.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan îro (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê) di dema pêşkêşkirina gotarekê de li Korbenda Navdewletî ya Qeterê ragehand, “Tenê tiştek ku me û Israîlê digehîne hev ew e ku me her du aliyan bawerî bi hilweşandina dewletên Filistîn û Israîlê nîne”.

Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir ku, welatê wî pêşniyara rapirsiyekê ji bo diyarkirina paşeroja Filistînê kiriye. Daxwaz jî kir ku, di dema wê rapirsiyê de rê tenê bi neviyên wan kesan bê dan ên ku berî sala 1948ê li Filistînê jiyane.

Piştî derbazbûna heftiyekê li ser êrîşa 7ê Cotmehê, Îranê ragehand ku, ew mayê xwe di şerê Xezzeyê nake, tenê ew dem nebin ku eger Televîv êrîşî Îranê bike an zirarê bigehîne welatî û berjewendiyên wê.

Şerê Israîl û Hemasê li 7ê Cotmeha borî dest pê kir û bû sedema kuştina 1400 Israîliyan û zêdetirî 18 hezar Filistiyan li Kertê Xezzeyê, ku piraniya kuştiyên Filistînî jin û zarok in.