Qeter deverekê ji bo parastina balindeyên kêmpeyda li Herêma Kurdistanê çê dike

Mihemed Şukrî û Huseyn Elî Fezale
Mihemed Şukrî û Huseyn Elî Fezale

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Weberhênanê bi Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê re dicive û behsa giringiya hebûna devereka taybet ji bo parastina balindeyên kêmpeyda li Herêma Kurdistanê dikin.

Doh (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê) Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî bi Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Huseyn Elî Fezale û şanda pê re re civiya.

Di wê civînê de behsa giringiya hebûna devereka taybet ji bo parastina balindeyên kêmpeyda li Herêma Kurdistanê hat kirin, ku her sal di navbera welatan û parzemînan de mişext dibin, û Herêma Kurdistanê û Îraq jî ji wan deveran in ên ku ew balinde tê re derbaz dibin.

Şanda Qeterî, ji bo vê meremê û ji ber giringiya cihê cografî yê Herêma Kurdistanê ji bo wan balindeyan, daxwaz kir ku ew piroje bi hevahengiya Desteya Weberhênanê û Desteya Parastin û Çakkirina Jîngehê re li deştên Şemamik û Kendênaweyê li Hewlêrê û li ser rûberekê berfireh ê erdî bê bicihanîn ji bo ku ew balinde ji nemanê bên parastin.

Serokê Desteya Weberhênanê piştevaniya xwe ji bo wê pirojeya Qeterî tekez kir, herwesa berheviya xwe ji bo her arîkarî û hêsankariyekê di çarçoveya qanûnên berkar ên weberhênanê yên Herêma Kurdistanê de diyar kir.