Hûsiyan keştiyeka petrolê kir armanc ku alaya Norwêcê li ser bû

Tengava Bab Elmendebê
Tengava Bab Elmendebê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM radigehîne, Hûsiyên Yemenê moşekek avêtiye keştiyeka petrolê ku alaya Norwêcê li ser bû, lê çi zanyar li ser zirarên wê êrîşê nebûn.

CENTCOMê li ser tora civakî ya “X”ê ragehand, keştiya petrolê ya Strinda bûye armanca moşekeka Hûsiyên Yemenê û agir berbûye wê keştiyê.

Îro (Sêşem, 12ê Berçileya 2023ê) Desteya Bazirganiya Deryayî ya girêdayî Brîtanyayê li ser tora civakî ya “X”ê ragehand, doh (Duşem, 11ê Berçileya 2023ê) raportek gehiştiye wan ku li nêzî tengava Bab Elmendebê li kinarên Yemenê keştiyeka petrolê hatiye armanckirin û agir berbûye wê.

Amaje daye wê yekê jî, desthilatdar lidûçûnê ji bo wê êrîşê dikin, ku li deryaya Sor qewimiye û rewşa tevaya endamên tîma wê keştiyê jî baş e, daxwaz jî ji tevaya keştiyên deverê kir ku hişyar bin û wan haydar bikin, eger her çalakiyeka bigoman destnîşan kir.

Şemiya borî (9ê Berçileya 2023ê), Berdevkê Serbazî yê Hûsiyan Ferîq Yehya Serîh li ser tora civakî ya “X”ê ragehand, “Hêzên çekdar ên Yemenê ragehandiye ku dê rêyê li derbazbûna wan keştiyan bigirin ên ku ber bi Israîlê ve diçin, vêca ew keştî bi ser her welatekî ve bin, eger xwarin û pêdivîtî û dermanên wan keştiyan neçin nav Kertê Xezzeyê”.

Li destpêkê Hûsiyan tenê ew keştiyên Israîlî dikirin armanc, lê ji Şemiya borî ve, biryar daye ku her keştiyeka biçe Israîlê bikin armanc.

Tekez li ser wê yekê jî kir ku, ev êrîş dê berdewam bin heta “destdirêjiyên Israîlê li ser gelê Filistînê radiwestin”.