Artêşa Israîlê: Mezintirîn tunel li Xezzeyê hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Israîlê îro (Yekşem, 17ê Berçileya 2023ê) ragehand, mezintirîn tunel li Xezzeyê dîtiye dîtin ku kûratiya wê 50 metr e.

Rojnameya The Times of Israel amaje daye wê yekê ku, mezintirîn tora teroristî ya Bizava Hemasê li bin erdî li Xezzeyê hatiye dîtin, ku kûratiya wê li hindek cihan 50 metr e û bi rengekê wesa berfireh e ku cihê hatin û çûna erebeyan tê de heye.

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee got, “Heta niha çar kîlometrên wê tunelê hatine dîtin, ku kûratiya wê 50 metr e”.

Amaje da wê yekê jî ku, arasteyên wê tunelê cuda ne, herwesa jêrxaneyên avrêj, kareba, peywendiyan û tilefonan jî tê de ne.

Ew yek jî berçav kir ku, di nav wê tunelê de çend kereseteyên şerî hatine dîtin, ku di şerê navbera Hemas û Israîlê de li dijî Televîvê hatine bikaranîn.

Roja 7ê Cotmeha 2023ê, çekdarên Bizava Hemasê êrîşeka berfireh kir ser Israîlê, zêdetirî 1400 Israîliyan kuştin bi sedan jî birîndar kirin, herwesa 240 welatiyên din jî revandin.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê amaje da wê yekê ku, “Ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan ji 19 hezar kesan derbaz bûye, herwesa hejmara birîndaran jî gehiştiye 50 hezar û 897 kesan.