Îran çend keştiyên şerî dişîne Deryaya Sor

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Tesnîmê parve kiriye, Îranê çend keştiyên şerî bi rêya tengava Bab Elmendebê şandine Deryaya Sor.

Li gor zanyarên ajansa Tesnîmê ya nêzî artêşa Pasdarên Îranê, îro (Duşem, 1ê Çileya 2024ê) Îranê çend keştiyên şerî “bi merema parastina rêyên veguhastina deryayî” şandine Deryaya Sor.

Wê ajansê herwesa amaje daye, çend keştiyên şerî yên Albêrz ên Îranî gehiştine Deryaya Sor, ku merem jê parastina rêyên bazirganî û berhingarbûna çeteyan e.

Ew yek jî berçav kir ku ew keştî pêştir bi merema nûkirin û danana sîstema nû ji bo Başûrê Îranê hatine vegerandin û keştiyek jî ji bo parastinê pê re ye.

Ev pêngava Îranê piştî wê yekê hat ku Amerîkayê sê belemên Hûsiyan li Deryaya Sor bombebaran kirin.

Li gor zanyarên Fermendeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, doh (Yekşem, 31ê Berçileya 2023ê) çar belemên biçûk ên Hûsiyan êrîşî keştiyekê kiriye, paşî ji aliyekê helîkoptereka Amerîkayî ve teqe li wan her çar beleman hatiye kirin ku sê ji wan binav bûn û kesek jî hat kuştin.