Teqînek li Beyrûtê rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Lubnanî ragihand, teqîneke mezin li taxa Başûr a Beyrûtê, asêgeha Hizbullahê rû da.

Li gorî medyaya Lubnanî, teqîn li devera El-Meşrefiyê ya Beyrûtê rû daye û sedema wê heta niha nediyar e.

Tê ragihandin, teqîn ji encama êrîşa droneke Îsraîlê hatiye kirin û Cîgirê Berpirsê Polîtburoya Hemasê, Salih El-Arorî hatiye armanckirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê jî ragihand, droneke Îsraîlê ofîsa tevgera Hemasê li taxa Başûr a Beyrûtê ku asêgeha Hizbullahê ye bombebaran kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin.